Îran xwe ji bo dagirkirina axa Kurdistanê amade dike

Nûçexane – Topbarana deverên sînorîyên herêma Kurdistanê ji alîyê supayê pasdarên Îranê ve heta niha jî berdewam dike û xêncî ewê çendê jî supayê pasdarên Îranê mijûlî çêkirina sê kelheyên serbazî di nav xaka herêma Kurdistanê de ye. Jêderekî ewledarîyê sînorê bajarokê Çoman´ê jî dibêje, ku wan di bareya diristkirina kelheyên serbazî de ji alîyê Îranê ve alîyên peywendîdarên sertir ji xwe agahdar kirine.

Kelheya Pîrelok

 

Supayê pasdarên Îranê li ser binpê kirina qanûnên navdewletî û rêzgirtin ji sînorên navbera herêma Kurdistanê û Îranê berdewame. Supayê Pasdarên Îranê di sala bihûrî de heft kelheyên serbazî li ser sînorê herêma Kurdistanê ava kir û çend kelhe jî di nav xaka herêma Kurdistanê de çê kir û rêya hatin û çûna otomobîlan jî bo hemû kelheyan dirist kir. Rêya çend kelheyan jî di nav xaka herêma Kurdistanê de derbas dibe.

Di evê bareyê de, muxtarê gundê Wêze Ebdullah Ehmed ji PNA re got: ew çend heyvin supayê pasdarên Îranê mijûlî avakirina sê kelheyên din li sînorê gundê Wêze ya ser bi bajarokê Çoman´ê ye.

Kelheya Bozî Mêrgesîr

 

Ebdullah Ehmed weha jî got, ku heta niha karê avakirina du kelheyan bi dawî bûne û kar ji bo temamkirina kelheya sêyem dihê kirin.

Pêdivêyî gotinê ye, ku ew maweya sê salin supayê Îranê li ser sînorê navbera Îranê û herêma Kurdistanê û bi dirêjayîya sînorê devera Balekayetî heta binarê Qendîl, mijûlî çêkiirna senger û avakirina kelheyên serbazî ye û heta niha neh kelhe li ser sînor û di nav xaka herêma Kurdistanê de çê kiriye û kar ji bo çêkiirna kelheya 10 jî berdewame. PNA

Advertisements