Wezareta Pêşmerge: Îran di nava axa herêmê de kelhên leşkerî çênake

Nûçexane – Peyvdar û Sekreterê giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê lîwa Cebar Yawer nûçeya ‘artêşa Îranê di nav axa Herêma Kurdistanê de 3 kelhên leşkerî çêdike’ derew derxist.

çend kanalên ragihandinê yên Iraq û Herêma Kurdistanê belav kirin ku artêşa Îranê niha mijûlî çêkirina 3 kelhên leşkerî ye di nav axa Herêma Kurdistanê de ku dikevin serinorê nahiyeya Haci Umranê.

Cebar Yawer di vê mijarê de ji AKnewsê re got, “Heta niha çi aliyekî têkîldar yê leşkerî ev nûçe piştrast nekiriye. Ev nûçeyên ku hatine belavkirin li ser esasa gotinên muxtar an welatiyên navçeyê hatine çêkirin. Lê nabe mijarên bi vî rengî tenê pişt bi zanyariyên kesên asayî girêbide.”

Yawer di berdewamiya axaftina xwe de got, “Ev du sal in artêşa Îranê li sinorên xwe yên digel Herêma Kurdistanê, mijûlî çêkirina kela û bingehên leşkerî û kolana xendeq di beşeke sinorên xwe de ye lê artêşa Îranê vî karî di nav axa xwe de dike ne ku axa Herêma Kurdistanê lewra mafê wê ye sinorên xwe tund bike. Armanca Îranê rêgirtin li qaçaxçitî û derbaskirina grûpên çekdarî ye.” AKnews

Advertisements