DYA û Rûsyayê Esed bi tundî hişyar kir

Nûçexane – DYA’yê li hemberî êrîşên li Sûriyeyê yên li dijî mûxalîfan dengê xwe berz kir û hişyarî kir ku Serokdewlet Beşşar Esad welatê xwe û Rohilata Navîn ber bi ‘riyeke xeternak’ ve kaş dike.

Berdevkê Serokê DYA’yê Barack Obama Berdevk Jay Carney got ku bêyî Beşşar Esad dê Sûriye baştir be, li Sûriyeyê û li welatên din gelek kes Sûriyeyekê bê Esad plan dikin.

Serokdewletê Rûsyayê Dmitriy Medvedev jî hişyarî da Serokdewletê Sûriyeyê Esad û ji Esad xwestibû ku reforman pêk bîne û bi mûxalîfan re li hev bê. Medredev destnîşan kiribû ku ‘ger Esad berovajî tevbigere dê xesar bike’.

Hatibû ragihandin ku li Sûriyeyê li bajarê Hemayê yê di bin dorpêça artêşa rejîmê de ye, 30 kes hatibûn kuştin. Artêşa rejîma Sûriyeyê ji roja Yekşemê û vir ve li Hemayê her diçe dorpêçê berfirehtir dike.

Hat zanîn ku bi operasyonên dawî de bêhtirî 100 kesî mirine; her wiha civaka navneteweyî êrîşa dawî ya xwînî ya ser Hemayê şermezar kir û daxwaz kir ku rejîma Sûriyeyê dawî li van komkujiyan bîne. ANF

Advertisements