Li Sûrî hêzên Esed dîsa welatî kuştin

Nûçexane – Hêzên ewlekarîyê yên Sûrî, di xwepêşandanên girseyî yên îro de teqe li xwenîşanderên dijî hikûmetê kirin û di encamê de nêzî Şamê bi kêmî  8 kes kuştin.

Dîdevan û bizavkar dibêjin, herî kêm 8 kes hatine kuştin, piştî ku hêzên ewlekarîyê li dijî xwenîşanderan gazên rondikrêj û guleyên rastîn kar anîn.

Raportên medyayê dibêjin, piranîya kuştinan li nêzîkî paytaxt Şamê qewimîn ku bi hezaran kes piştî nimêja Înîyê rijîn kuçe û kolanan.

Xwepêşandarên dijî Serok Beşar Esed li bajarên wek Dara’a, Der El Zour û  Qamişlo jî têne kirin.

Bi alîyekî din ve, reaksîyonên dijî hikûmeta Sûrî jî zêdetir dibin. Pisporên mafên mirovan yên Neteweyên Yekbûyî îro Înîyê bi daxuyanîyeke nivîskî xwest ku rejîma Sûrî kuştinan rawestîne dest bi dîyaloga aştîyane bike. Voa Kurdî

Advertisements