Aboriya cîhanê di turbulansê de ye!

Nûçexane – Aboriya cîhanê piştî îflaskirina Lehman a di sala 2008 de duwemîn krîza herî mezin dijî. Niha tenê hêviyek heye, we jî pêknehatina îflaskirina Îtalya û Spanyayê ye. Berlusconi yê ku bi zextên “Pakêta teserûfê bixe meriyetê” re rû bi rû ye, banga civînê li welatên G-8 kir, her wiha derbarê tedbîran de bi Serokwezîra Elman Merkel re hevdîtin pêk anî.

Pêla krîza aborî ya li Ewropayê rû da vê carê ji aliyê duwemîn ê Cîhanê hat. Ji ber ku Banka Navendî ya Japonyayê û Bankaya Navendî ya Swîsreyê ji bo pêşîlêgirtina derizîna di yekîneyên pere de, mudaxeleyê pere kirin û deyndariya li DYA’yê, aboriya cîhanê ket turbulansê. Tê gotin ku îsal navendên krîzê “Îtalya û Spanya ne û ew ê weke Yewnanîstanê îflas bikin.”

Dîsa krîza aborî xwe li aliyê din ê okyanûsê jî da. Krîz weke erdejekê ket nava borsayên Asya û Ewrûpayê. Borsayên winda yên Asyayê bû ji sedî 5 û ya Ewropayê jî bû ji sedî 3. Bîlanço jî xira be.

GER WIHA BIQEWIME!

Wisa dixuyê ku hewldanên Bankaya Navendî ya Ewropayê û mudaxelekirina piyaseyê nikare pêşî li krîza deynan a li Herêma Euro bigire. Tê gotin ku piştî Yewnanîstan, Îrlanda û Portekîzê, wê Îtalya û Spanya jî beşdarî vê xeleka krîza deynan bibe. Li vir tişta krîtîk ew e ku Îtalya pişî Elmanya û Fransayê di aliyê aborî de li Herêma Euroyê siyemîn e..

Piştî Yewnanîstanê herî zêde Îtalya deyndar e, deynê wê 2.7 trîlyon olar e. Ji ber zextên navnetewî Serokwezîrê Îtalyayê Silvio Berlusconi zend û bendên xwe bata û banga civîna lezgîn li Wezîrên Darayî yên welatên G-8 kir. Ji bo civînê bersiva pêşî ji Sarkozy hat û got “Reşw pir xeter e, dibe krîz li hemû welatên cîhanê belav bibe.”

Zextên li ser Berlusconi yê ku bi Serokwezîra Elman Angela Merkel û Serokwezîrê Spayayê José Luis Rodríguez Zapatero re hevdîtin pêk anî zêde dibin. Li gor agahiyên Reuters ji Brûkselê giriye, Bankaya Navendî ya Ewropayê ji hikûmeta Romayê xwest ku pakêta teserûfê di demek kurt de bixe meriyetê.

GIRGIREYÊN ABORIYÊ JÎ BI DEYNAN RE RÛ BI RÛ NE

Piştî Îtalyayê jî hedef Spanya ye. Li Spanyayê nêzî 4.4 milyok kes bê kar in, tê diyarkirin ku wê piştî cîran xwe Portekîzê bi krîzê re rû bi rû bimîne. Di sala 2010 de deynê rayagiştî yê GSYH’yê li Spanyayê ji sedî 48.8 bû, hikûmet li rexmê protestoyan tedbîrên teserûfê girt û hewl dide bigihîna asta ji sedî 6.

Bi heman awayî, girgireyên din ên aboriyê jî bi deynan re rû bi rû ne. Welatê xwedî aboriya herî mezin a cîhanê DYA jî zêdetirê 15 trîlyon û 154 milyar dolar deyndar e, bi vî awayî welatê herî denydar e. Welatê li pey DYA’yê tê Japonya ye û 13 trilyon û 930 milyar deydar e, Elmanya 2 trilyon û 904 milyar dolar, Îtalya 2 trilyon û 702 milyar dolar û Fransa jî 2 trilyon û 483 milyar dolar deyndar in. ANF

Advertisements