Ji Hikûmeta Brîtanya ji bo Kurdistanê kampayna îmzeyan

Nûçexane – Malpera fermî ya Hikûmeta Brîtanya dest bi kampanya komkirina îmzeyan kir bo xelk piştgiriyê bidin dirûstkirina dewleta Kurdî.

Fûad Cemal Selam di daxuyaniyekê de lînka kampanya Hikûmeta Brîtanya ji Rûdawê re rêkir û balê dikişîne ser wê yekê ku “Malpera fermî ya Hikûmeta Brîtanya ji bo dirûstkirina dewleta Kurdî dest bi kampanya komkirina îmzeyan kiriye. Ji bo Brîtanya bi awayek fermî piştgiriya xwe ji bo pêkanîna dewleta Kurdî ragihêne pêwîste di wê kampanyê de 100 hezar îmze bên komkirin.”

Rêbazên îmzekirina wê kampanyê:

Despêkê vê lînkê bitikîne; http://epetitions.direct.gov.uk/petitions/311

Name: navê xwe binivîse

E-mail: meyla xwe binivîse

Address: pêwîste tû navnîşana xwe ya li Brîtanya binivîsî

Type the two words: di çargoşeyekê de dû peyvên İnglîzî wekî wê binivîse

Agree to the terms conditions: Pêncemîn, çargoşeya dûwemîn bitikîne û tû bi rêkirina piştgiriya xwe raziyî.

Sign this petition: daxwaznameyê îmze bike

Piştî ku te ev tişt kirin û îmzeya xwe rêkir, meylek ji aliyê Hikûmeta Brîtanya ve ji meyla te re tê şandin. Wê meylê veke, lînkek tê de ye û bitikîne, ji bo îmzeya te aktîv bibe û bê pejirandin. Ger tû vê yekê nekî, îmzekirina te nayê pejirandin. Nûçe: Rûdaw

Advertisements