Tirkîyê Piştrast Kir ku Qamyoneke bi Çekên Îranê Sekinandiye

Nûçexane – Wezareta Derve ya Tirkîyê dibêje, karbidestên Tirk qamyonek rawestandiye ku çek û sîlahan ji Îranê dibirine Sûrîyeyê.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu roja Înîyê raporta rojnameya Suddeutsche Zeitung ya Almanî piştrast kir ku qamyoneke bi çekan dagirtî, li bajarê Kîlîsê ya ser tixubê Sûrîyê hate sekinandin.

Ahmet Davutoglu got, vêkolîna li ser bûyerê hîn ji didome, lê wî ti hûrgilîyên din nedan.

Rojnameya Suddeutsche Zeitung ji zarê jêderên dîplomatîk ragihandibû ku tê bawer kirin ku sîlahên destliser ber bi Lubnanê diçûn ku bigeheijin mîlîtanên Hîzbullahê.

Heta niha ji Îranê jî ti şîroveyên li ser vê bûyerê nehatiye.

Karbidestên Tirk li meha Adarê jî ragihandibûn ku wan li firokeke Îranî çek û cebilxane dîtîne ku ku ber bi Sûrîyê ve diçûn. VOA

Advertisements