Êzîdî daxwaza wezareta xwe dikin

Nûçexane – Kurdên êzîdî, ji hevpeymaniya fraksyonên Kurdistanî li parlamentoya Iraqê xwestin, postên ku ji ber kêmkirirna wezaretên hikûmeta Iraqê ji dest dane, bên qerebûkirin (terxankirin).

Council Iraqi ParliamentParlamenterê Iraqê yê êzîdî Kerîm Selman, ji AKnewsê re axivî û got, li parlamentoya Iraqê, 6 parlamenterên êzîdî hene û ser bi lîsteya hevpeymaniya Kurdistanî ne û posta wezareta karê civaka sivîl wergirtibûn.

Selman, wiha pêde çû, “Jidestdayîna vê postê, zirareke derûnî li me daye û em dixwazin wezîrekî êzîdî di hikûmeta Iraqê de hebe, ji ber ku di dîroka Iraqê de, qet êzîdî nebûne wezîr.”

Selman, daxwaz ji lîsteya hevpeymaniya Kurdistanî kir, ew post bo wan bê qerebûkirin. AKnews

Advertisements