Kurdî piştî 20 salan ket Parlamentoya Tirkiyê

Nûçexane – Piştî 20 salan careke din di nava ziman û zaraveyên ku parlamenter dizanin de, Kurdî jî ket Parlamentoya Tirkiyê. Di malpera meclisa Tirkiyê de di nava lîsteya Parlamenterên Dewreya 24-mîn û albûma Parlamenterên Dewreya 24-mîn ku di pêvajoya çapê de ye, di nav zimanên ku parlamenter dizanin, Kurdî jî hat bicihkirin.

Li gor lîsteya ku cih daye wêne û derbarê jiyana parlamenteran ya borî de, ji wan 4 yên AKPê û bi giştî 5 parlamenter Kurdî dizanin. Bi vî awayî ji AKPê 4 parlamenter û bi giştî 5 parlamenter Kurdî dizanin. Di nav parlamenterên AKPê yên Kurdî dizanin de, Parlamenterê Agirî Kerîm Yildiz, yê Batmanê Zîver Ozdemîr, yê Diyarbekir Galîp Ensarîoglu, Cûma Îçten û parlamentera Diyarbekir ya serbixwe Leyla Zana.

Di lîsteyê de tê gotin ku Kerîm Yildiz di astek baş de zimanê Kurdî, İnglîzî, Elmanî û Erebî dizane. Ji bo Zîver Ozdemîr jî tê gotin ku di astek baş de Kurdî, ji bo Cûma Îçten jî tê gotin ku di astek navîn de Kurdî dizane. Galîb Ensarîoglu û Cûma Îçten, di astek baş de zaraveyên Kurdî, Kirmancî û Zazakî jî baş de dizanin.

Ji ber biryara boykotê, parlamentera Diyarbekir ya serbixwe Leyla Zana li parlamentoyê qeyda xwe çênekiriye û li gor zanyariyên derbarê jiyana Zana yên di dewreya 19. parlamentoyê de, derbarê Zana de amadekarî hatine kirin. Di lîsteyê de tê gotin ku Zana jî di asteke baş de Kurdî dizane. Herwiha di lîsteyê de hê zanyariyên derbarê parlamenterên BDPê de nehatine bicîhkirin. Rûdaw

Advertisements