Parlamentoya Kurdistanê bi tundî topbarana Îranê şermezar kir

Nûçexane – Parlamentoya Kurdistanê dawî li rûniştina xwe ya neasayî ya îro derbarê topbarankirina sînorên Herêma Kurdistanê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve anî. Piştî civîn bi dawî bû, beyannameyeke 12 xalî bi dengê piraniya endamanên parlamentoyê hat pesendkirin.

Destpêkê bernameya kar ji aliyê Serokê Parlamentoyê Kemal Kerkûkî ve hat xwendin û li ser topbaranên Îranê yên ser navçeyên sinor ên Herêma Kurdistanê gotûbêj hatin kirin.

Piştre li ser daxwaza Serokê Parlamentoya Kurdistanê lijneyên navxwe, pêşmerge û mafê mirov, daxwiyaniya Parlamentoya Kurdistanê ya derbarê topbaranên Komara Îslamî ya Îranê bo ser navçeyên sinorê herêmê hat xwendin. Beyanname ji 12 xalan pêktê û di beyannamê de daxwaza rawestandina topbaran, tanzîmatkirin û bihewarveçûna kesên koçberbûyî tê kirin. Herwiha tê gotin ku divê bi rêya aştiyane û dîplomatîk çareserî ji pirsgirêkan re bê dîtin.

Serokê Parlamentoya Kurdistanê di rûniştina îro de, lijneyên peywendîdar ên parlamentoyê spart ku serdana navçeyên sinorê Xaneqîn bikin, ji bo derbarê sedemên hişkbûna rûbarê Elwend de agahdariyan wergirin da di rûniştineke taybet de li ser biaxifin.

12 xalên ku ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatin pesendkirin wiha ne;

1. Em bi tundî topbarana Îranê ya ser sinor şermezar dikin.

2. Pêwîste Îran di cih de topbaranê rawestîne, girêdayî rêbazên navnetewî û mafê cîrantî yê navbera herdu welatan be.

3- Divê Hikûmeta İraqê hewldanên xwe yên ji bo rawestandina topbaranê tundtir bike.

4. Em hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bilind dinirxînin û pêwîste karên zêdetir bike.

5. Parastina sinoran giring e, Hikûmeta İraq ji parastinê berpirsyare û divê Hikûmeta İraqê girêdayî tanzîmatdayîna xelkê be.

6. Em daxwaz ji rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî dikin da ji bo rawestandina topbaranê bikevin nav hewldanan.

7. Em daxwaz ji rêxistinên mafê mirov dikin ku serdana navçeyên ser sinor bikin, bûyer û zereran heyî tomar bikin û ji tevayî cîhanê re ragihênin.

8. Wezaretên têkildar ên Hikûmeta Herêmê neçar dikin ku xizmetên pêwîst ji bo koçber û kesên zerer dîtîne veqetênin.

9. Daxwaz ji endamên parlamentoyê dikin ku serdana navçeyên ser sinor bikin û rewşê çavdêr bikin.

10. Balê dikişîne ser wê yekê ku pêwîste rêzê li serweriya xaka Herêma Kurdistan-İraqê bigrin.

11. Balê dikişîne ser wê yekê ku hemû rê bi diyalogê tên çareserkirin û rêya herî başe.

12. Berjewendiyên aborî û bazirganî navbera Herêma Kurdistan û Îranê de hene, zerera vê topbaranê bo herdu aliyan heye. Rûdaw

Advertisements