Ji bo Herêma Kurdistanê Îran an Tirkiye?

Nûçexane – Bi baweriya çavdêrên biyanî, pêwîste deshilatdariya Herêma Kurdistanê hewl bide ligel herdu welatên deshilatdar ango Tirkiye û Îranê peywendiyeke bêalî dirûst bike. Nabe bi ti awayî bi hêzê bersiva êrişên vê dawiyê yên Îranê bide, ji ber ku wê ev rêbaz hemû berjewendiyên Herêma Kurdistanê bixe metirsiyê.

Li gor çavdêrên siyasî yên navçeyê ligel nêzîkbûna deshilatdarên Herêma Kurdistanê ya di van çend salên dawiyê ligel Tirkiyê, bi taybetî jî li ser asta dîplomasî û aborî, hatina Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu bo Hewlêrê, tirsek li ba Îranê dirûst bûye û dibe ku ev nêzîkbûn di dawiyê de zererê bigihîne Îranê. Beşek ji sedemê êrişên vê dawiyê jî vedigere bo bihêzbûna wan têkiliyan û Îran di wê baweriyê de ye ew hatiye paşguh xistin.

Îran ji sala 2006an ve navçeyên sinor ên Herêma Kurdistanê topbaran dike. Heta niha ji ber topbaranê 12 hevwelatiyên Herêma Kurdistanê hatine kuştin. Lê topbarana vê havînê ya ku ji meha Hezîranê ve dest pê kiriye û hefteya borî kêmbûye ji hemûyan girantir bû. Herwiha ev êriş hevdem bû ligel vekirina konsolxaneya Amerîka li bajarê Hewêrê.

Bi baweriya Cîgirê Serokê Peymangeha Aştî ya Amerîka ku di siyaseta Amerîka ya li İraq û Rojhilata Navîn de pispor e Danial P. Sewer, zîrekiya Kurdan di wê yekê de ye ku peywendiyeke wan a asayî ligel herdu welatan hebe û rê nede ku karîgeriya wan herdû welatan li ser bê sepandin. Kurdî: Hawar Ebdulrezaq – Rûdaw

Di vê derbarê de Danial Sewer ji Rûdawê re got: “Di aliyekî de bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê asane ku Îran yan jî Tirkiyê hilbijêre. Lê ger Hikûmeta Kurdistanê bixwaze xwe bi welatekî Misilman, demokrat û pêşkeftî bide nasandin, bila nêzîkî Tirkiyê bibe ji dêlva xwe nêzîkî Îrana radîkal bike. Lê bi baweriya min dîplomasiya herî jîr a bo Kurdan ya li vê derê, pêwîste ligel herdu welatan peywendiyeke wan a asayî hebe. Ev jî bi awayekî ku pêwîste Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl bide xaka xwe ji bo şikandina sinorê Tirkiye û Îranê bikar neyîne.”

Niha zêdeyî 700 kompaniyên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê bi hilberînê ve mijûlin, lê 400 kompanyayên Îranê li Herêma Kurdistanê hene. Bandora aboriya Îranê li Herêma Kurdistanê kêmtir e û bi berdewamî jî di kêmbûnê de ye. Di demekê de Îranê îro ji hemû deman zêdetir ji ber ambargoya aborî ya navnetewî ya li ser Îranê û tiştên wê ku derkevin derve, pêwîstî bi bazarê heye.

Bi baweriya pisporekî Amerîkî pêwîste Herêma Kurdistanê siyaseta ku li beramberî Tirkiyê heye, heman siyasetê li beramberî Îranê jî bikar bîne. Ji bo bikare rewşê aram bike û careke din têkiliyên xwe bi hêz bikin.

Li ser vê mijarê Lêkolînvanê Civakî yê Enstîtûya İndependent a Amerîkî Ivan Eland jî bo Rûdawê wiha axifî: “Têkiliyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ligel Tirkiyê pir pêşketî ne. Beşek vedigere bo wê yekê ku karîne ta astekê gerîllayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kontrol bikin. Baş e, çima heman teknîkê li ser sinorê Îranê beramberî PJAKê jî bikar nayîne.”

Amerîka dawiya salê hêzên xwe ji İraqê vedikşîne, bêgûman di wê demê de hemû cîranên İraqê, bi taybet jî Îran û Tirkiye bi siyaseta xwe de diçin da bikarin zêdetir li ser İraqê xwedî kontrol û bandor bin, di nava wan de jî Herêma Kurdistanê.

Mamostayê Zanistên Siyasî li Zanîngeha Sanfransisco ya Amerîka Steven Zunes, dîtina xwe li ser êriş û topbaranên Îranê ji Rûdawê re eşkere kir û got: “Di demekê de ku mafê Kurdan jî weî her neteweyek din heye xwe biparêzin, lê rûbirûbûna ligel artêşa Îranê, bi baweriya min ji bo berjewendiyên Kurdistanê karesat e. Herwiha bihaneyê dide Îranê, ji bo operasyoneke leşkerî ya berfirehtir li ser Herêma Kurdistanê encam bide.”