Wê di derheqê komkujiya kîmyewî de doz bê vekirin

Nûçexane – Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û MEYA-DER li ser serlêdanan derheqê bikaranîna çekên kîmyawî li dijî şervanên PKK’ê sibe giliyên berpirsan dikin.

Rayedarên ÎHD û MEYA-DER’ê wê sibe li ber Edliyeya Amedê bên ba hev û gilîname û belgeyên derheqê bikaranîna çekên kîmyewî de amade kirine pêşkêşî dozgeriyê bikin.

Her wiha dê ÎHD xebatekê bi sernavê Rapora Bikaranîna Çekên Kîmyawî jî ji raya giştî re aşkera bike.

Ji dîmenan derket ku di sala 1999’an de di operasyonekê ku li dijî gerîlayên PKK’ê ji aliyê Serfermandarê Giştî yê Tirkiyeyê yê nû Necdet Ozel ve dihat koordînekirin de çekên kîmyawî hatiye bikaranîn. Piştî derketin û weşandina van dîmenan, ji bo gilîkirina berpirsên operasyonê, gelek serlêdan li ÎHD’ê hatibû kirin. ANF NEWS AGENCY

Advertisements