Weşanxaneya Aramê 5 pirtûkên nû derxist

Nûçexane – Weşanxaneya Aramê 5 pirtûkên nû derxist. Ji van 5 pirtûkan 3 bi kurdî 2 jî bi tirkiye. Mijarên pirtûkan wek lêkolîn, helbest û hûrbûnên rojane-dîrokî ne.

Pirtûkên ku hatine weşandin bûyerên ku di nav civakê de qewimîye ronî dike û ji bo fêmkirina dîrokê dibe pengav. Weşanxaneya Aramê bi “Edebiyata Devkî û Sosyalîzasyon’a” Şerefxan Cizîrî, bi “Roj Çû Ava Dereng e” ya Pîrhat Felat, “Îslama Kê?” ya Sînan Şahîn, bi “Pirsgirêka Kurd û PKK Gelo Tasfiye ye? Gelo Çareserî ye?” ya Yuksel Genç û bi Qewdek Sosret’a Yaşar Eroglu. derket pêşberî xwendevanan.

Pirhat Felat, di pirtûka helbestê ya bi navê “Roj Çû Ava Dereng e” de hêstên xwe yên hesreta welat tîne ziman. Pirtûk bi lewna xwe helbest e û ji 80 rûpelan pêk tê.

QEWDEK SOSRET

Yaşar Eroglu di pirtûka “Qewdek Sosret” de behsa pêvajoya ku li Azadiya Welat xebat meşandiye dike. Eroglu di pirtukê de balê dikşîne ser jiyana gelê kûrd û dide zanîn ku ger tu kes vê yekê ji bîr neke. Erdoglu destpêka pirtûke de wiha dibêje, “Gelo qet bala we nakşîne? Piştî mirina xwe 4 sal şûnda doz li dayikan vedikin… Ji hêstirên dayikan re lêpirsîn hate vekirin li vî welatî!” Pirtûk bi lewna xwe danehev e û ji 128 rûpelan pêk tê.

‘WÊJEYA DEVKÎ Û SOSYALÎSAZYON’

Di pirtûka “Edebiyata Devkî û Sosyalîsazyon” de wêje ya devkî derdikeve pêş. Niviskar dide zanîn ku wêje ya devkî di civatên sosyal de pêk tê û behsa çanda gelê kurd ya dengbêjiyê dike. Cizîrî di pirtûka xwe de balê dikşîne ser dengbêjan û wiha dibêje, “Dengbêj û stranbêj bi taybetî di malbatên naskirî de hûnera xwe pêşkêş dikin û konteksteke civakî de hûnerên xwe nîşandidin. Lê niha ku ev berhemên wê demê ku bi zimaneke nûjen û niviskî were çapkirin rihê wêjeya devkî dê winda bibe”. Cizîrî di pirtûka xwe de ew rihê dîrokî nade winda kirin û diyar dike ku rastiya wêjeya devkî çibe wiha dinivsîne. Pirtûk bi lewna xwe lêkolîn e û ji 176 rûpelan pêk tê.

PIRSGIRÊKA KURD Û PKK GELO TASFIYE YE? GELO ÇARESERÎ YE?’

Di pirtûka Pirsgirêka Kurd û PKK Gelo Tasfiye ye? Gelo Çareserî ye?’ de niviskar li ser nexşe riya pirgirêka kurd disekine. Genç di pirtûkê de bingehên pirgîreka kûrd dinirxîne û dide zanîn ku gelê kurd li hemerî pergalê şerê di jiyanê de mayîn û azadiyê dide. Genç li ser bêçekirina PKK jî nirxandinan dike û nêzikatiya pergalê ya vê yekê jî weke “tasfiye” dibîne. Pirtûk bi lewna xwe civakî ye û ji 190 rûpelan pêk tê.

ÎSLAMA KÊ

Di pirtûka “Îslama kê?” de li ser ol-dewlet, ol-siyaset tê sekinandin û bingehên van yekan jî weke ‘desthilatdarî” tê nîşandan. Şahîn li ser rastiya Rojhilata Navîn jî disekine û AKP û Cemeata Gulen jî weke Îslameke Muavî dinirxîne Pirtûk bi lewna xwe lêkolîn e û ji 232 rûpelan pêk tê. ANF

Advertisements