Li Dîyarbekirê Komîteya Piştgirîya Kurdên Sûrîyê Hate Damezirandin

Nûçexane – Çend rêxistinên Kurd li Dîyarbekirê, bi tevlîbûna hîn partîyên sîyasî komîteyeke bi navê, “Komîteya Piştgirîya ligel Kurdên Sûrîyeyê” damezrand ku piştgirîya daxwazên Kurdên Sûrîyê bike.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, endamê vê komîteyê, Halîm Îpek qala armanc û xebata vê bizava nû dike.

Birêz Îpek dibêje, Kurdên Sûrî pir wefadar in û her dem malên xwe ji Kurdên ser xetê re vekirine û li wan xwedî derketine. Li vê demê ku, gelê Kurd li dijî zordarîya Esed têkoşînê dide, em erka xwe dibînin ku dengê xwe bigehînin xûşk û birayên xwe yên li bin xetê.

Hûn karin hevpeyvîna hevkarê Radyoya Amerîka Robîn Reşvan ji vir guhdar bikin.

Advertisements