Talabanî: Em xebatê ji bo tebayî û yekdengiya Kurd dikin

Nûçexane – Serokkomarê İraqê Celal Talabanî raghand ku tebayî û yekdengiya Kurd mesleyeke çarenivîssaz e û got: ‘’Em ê heta dawiyê xebatê ji bo parastina wê birayetî, tebayî û bihêzkirinê bikin.’’

Serokkomarê İraqê Celal Talabanî doh li bajarê Silêmaniyê pêşwazî li şandeke Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê kir ku ji serokê yekîtiyê Ebdulla Seîd Weysî, cîgirê serok Celal Xeylanî û endamên lijneya tenfîzî û serokên liqan pêk dihatin.

Di hevdîtinê de Talabanî bi minasebea meha Remezanê pîrozbahî li şanda Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê kir û di xizmetkirina ola Îslamê û parastina destkeftên bilind ên gelê Kurd, nirxên pîroz û hişyarkirina civaka Kurdistanê de rolê wan bilind nirxand.

Talabanî amaje bi wê yekê da ku ola Îslamê ola xoşewîstî, lêborîn, tebayî û hevûdû efûkirinê ye û got: ‘’Kêfxweş im ku gelê me sûd ji wan behayên pîroz wergirtiye û kariye bingehê tebayî û yekrêziya xwe deyne, hinek destkeftên pir mezin bidest bîne û rêz û hirmeta cîhanê bo xwe misoger bike.’’

Talabanî wiha axifî: ‘’Kurd dikare di İraqê de jî bi serbilindî şanaziyê bi rolê xwe bike ku kariye bibe havênê tebayî, biratî, pêkanîna aliyan û wiha lê hatiye bêyî Kurd hîç tiştek di İraqê de sernagre û hemû guh li wan digrin.’’

Serokkomarê İraqê Celal Talabanî tekez kir ku tebayî û yekdengiya Kurd mesleyeke çarenivîssaz e û got: ‘’Em ê heta dawiyê xebatê ji bo parastina wê birayetî, tebayî û bihêzkirinê bikin.’’

Şanda Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê jî ji bo tebayî û yekrêziya gelê Kurd û bihêzkirina nav mala Kurd û bilindkirina navûdengê Kurd piştîvaniya xwe bo polîtîkayên serkirdayetiya Kurdistanê pêşan da. Rûdaw

Advertisements