Tankê Sûrî berê xwe dan Laziqiyê, kesek hat kuştin (+Vîdyo)

Nûçexane – Artêşa sûrî îro şemiyê bi tank û topan berê xwe da bajarê Laziqiyê li başûrê Sûriyê û li navçeya Elremle bi cih bû. Tê ragihandin ku xortekî 17 salî li Laziqiyê hatiye kuştin.

Li gor agahiyên dezgeha mafên mirovan ya sûrî, Elmersed, dora 20 tank û amêrên veguhestina leşkeran ketine bajêr de û vê sibê dengê gulebarandineke bênavbir hate kirin. Elmersed dibêje ku gelek niştecî ji malên xwe reviyane û bi taybet jin û zarok.

Toreya nûçeyên Laziqiyê ya facebookê ragihand ku xortek 17 salî bi navê Amir Hemaş di encama gulebarandina ji hêla artêş û ewlekariyê ve hate kuştin. Sûriya Nû / Lawa Derwêş

Advertisements