Burucerdî: Karayilan ji alîyê îstixbarata Îranê ve hatîye girtin

Nûçexane – Piştî nûçeya TRTê ya ne teyîtkirî nûçeyên derbarê girtina Serokê KCKê Murat Karayilan de îro jî hatin weşandin. Li gor nûçeyan îranê bi aweyekî fermî girtina Karayilan teyît kiriye.

Li gor nûçeya malpera rojnameya Zamanê Serokê Komîsyona Ewlehî û Polîtîkaya Derve yê Meclîsa Îranê Alaaddîn Burucerdi, ji ajansa Fars re daxûyanîyek ragihandiye û nûçeya girtina Karayilan piştrast kiriye. Burucerdî wiha gotîye: “Ev nûçe rast e, yêkîneyên îstixbarata Îranê navê rêza diduyan yê PKK girtine.”

Advertisements