Îranê jî got nûçeya girtina Karayilan ne rast e

Nûçexane – Piştî ku rayedarên KCK’ê nûçeya derbarê girtina Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan de derewandin, rayedarên jî Îranê jî bi daxuyaniyekê ev nûçe derewandin. Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davutoglu ji Wezîrê Derve yê Îranê Elî Ekber Salihî pirsî û bersiva “Li gel me tu agahiyên girtina Karayilan tune ye” girt.

Piştî nûçeya “Karayilan hat girtin” Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davutoglu ji Wezîrê Derve yê Îranê Elî Ekber Salihî pirsî û bersiva “Li gel me tu agahiyên girtina Karayilan tune ye” girt. Her wiha Serbalyozê Tirk ê Tehranê Ûmîst Yildirim jî ragihand ku wî bi Serokê Komîsyona Meclîsa Netewî ya Ewlekarî û Polîtîkayên Derve yên Îranê Alaadin Burucerdî re hevdîtin pêk anî û Burucerdî, got;”Min tu daxuyaniyên wiha nedaye.”

Ajansa Nûçeyan a Anadolûyê (AA) nûçeya “Karayilan hat girtin” spartibû Alaadîn Burucerdî û servsî kiribû. Roj TV’yê jî dîmenên dawî yên Karayilan weşand û ragihand ku wê berdewama hevpevyînê di seetên şevê de di Roj Tv de bêne weşandin. Rayedarên KCK’ê jî agahî dan ANF’ê û bi daxuyaniyeke teqez nûçeyê derewandin û gotin “Hevalê me li ser karê xwe ye.”

Kanala dewleta Tirk TRT’ê duh nûçeya ‘Karayilan hat girtin’ weşand. Dîsa ev nûçeya TRT’ê bi daxuyaniya ku rayedarên KCK’ê dan ANF’ê hate derewandin. ANF

Advertisements