Demirtaş: AKP nikare bi PKKê dibeze BDPê

Nûçexane – Serokê Koma BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, axaftina Serokwezîr Erdogan a derbarê partiya wan BDP û KCD’ê de û nûçeyên derbarê Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan daxuyaniyek da û diyar kir ku AKP nikare bi PKK’ê, ji ber wê tola xwe ji BDP’ê hildide.

Serokê Koma BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, der barê daxuyaniyên Serokwezîr Tayip Erdogan ên ku BDP û KCD kir hedefa xwe, nûçeyên têkildarî Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan û têkildarî astengiya hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nirxandin kirin. Demirtaş diyar kir ku ger operasyonek li dijî KCD’ê pêk were wê qiyamet rabe.

Demîrtaş, anî zimaın ku keda BDP’ê di îlankirina agirbestê ya PKK’ê de heye û wiha got: “Serokê Koma BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, der barê daxuyaniyên Serokwezîr Tayip Erdogan a ku BDP û KCD kir hedefa xwe de diyar kir ku Serokwezîr dîsa dibêje “Operasyon nayên rawestandin û leşker dest ji çekan bernade” û neheqî û gefan li derdorê dixwe. Demîrtaş destnîşan kir ku j ber AKP nikare bi PKK’ê dixwaze heyf û tola xwe ji BDP’ê hildide.

Demîrtaş, anî ziman ku herî zêde BDP di nava hewldanê de ye û bi keda BDP’ê PKK’ê agirbest îlan kir. Demîtaş, bal kişand ser nexşerêya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û wiha got: “Di destê Birêz Ocalan de nexşe rê heye. Bila ji kerema xwe re li wê binere. Rêbazê têkoşînê yê BDP’ê ji yê PKK’ê cudatir e. Em wekî partiya terorê tên îlankirin.” Demîrtaş, da zanîn ku hebûna BDP’ê û KCD’ê ji bo AKP’ê şensek e û divê vê şensê baş binirxine.

‘A RAST HÛN NAVBER BIXIN NAVBERA XWE Û FAŞÎZMÊ’

Demirtaş bal kişand ser gotina Erdogan a ku her tim dibêje “Navber bixin navbeyna xwe û terorê” û got; “A rast hûn navber bixin navbeyna xwe faşîzmê. An ne, hûn ê zirarê bibînin. Ger bangên me yên heta îro bihatibana guhdarkirin, di vê dema agirbestê de ewqas mirov jiyana xwe ji dest nedida. Ger mirin rawestiyan bin jî para BDP’ê di vê yekê de heye. Rageşiya siyasî ya heyî ne ji BDP’ê, ji bêçareseriya siyasî ya AKP’ê ye. Ger sedsalên din şer bidome û 100 hezar kes jiyana xwe ji dest bidin, dawiya dawî çareserî her tim siyasî ye. Divê Serokwezîr bi awayek bi wijdan nêzîk bibe.”.

‘NÛÇEYÊN DERBARÊ KARAYILAN DE ŞERÊ PSÎKOLOJÎK E’

Demirtaş, der barê nûçeyên têkildarî Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan de jî axivî û bilêv kir ku ev şerê derûnî ye li dijî PKK’ê tê meşandin. Demîrtaş, da zanîn ku ji ber operasyon didomin, PKK jî bersivê dide û wiha got: “Ger ku operasyon rawestin PKK jî bersîvê nade û pevçûn pêk nayên. Ji bo vê yekê jî divê berî her tiştî dewlet operasyonan rawestîne.

ERDOGAN JI XWESERIYÊ TIŞTEK FAHM NAKE

Demirtaş got; “Ez bawer im ku Serokwezîr nizane Xweserî çî ye. Kesek weke serokwezîr ku wî bi xwe jî şaredarîtî kiriye, bibêje şaredarî jixwe xweserî ye, ev jî tê wê wateyê ku ew tiştek darbarê xweseriyê de nizane. Di vê mijarê de ez amade me ku di Civata Wezîran de birîfîng bidim. Em dikarin rûnin û gotûbêj bikin. Ger ev rêbazên AKP’ê çend salên din bidome, wê Tirkiye parçe bibe. Ger hûn nizanin neaxivin, an jî fêr bibin û em gotûbêj bikin.”

WÊ OPERASYONA LI DIJÎ KCD’Ê QIYAMETÊ BI XWE RE BÎNE

Demırtaş wiha bersiv da pirsa derbarê KCD’ê de “Me alterantîfe a parlementoyê ava nekiriye. Gotûbêjên wiha hemû şaş in. KCD meclîseke sivîl e. Platformeke. Ne tenê ji Kurdan pêk tê. Kesên me rexne dikin jî di nav de hene. Mirov di wir de çareseriya pirsgirêkan gotûbêj dikin. Ger KCD weke saziyeke derzagonî were nirxandin, ev jî tê wê wateyê ku tu rêzdarî ji vîna gel re nayê girtin. Yekitiyeke sivîl û ji partiya berfirehtir e. Ew ne derzagonî û ne jî derhiqûqî ye.” Demirtaş diyar kir ku ger operasyonên li dijî KCD’ê dest pê bikin wê qiyamet rabe.

‘DIXWAZIN TOLA XWE JI OCALAN BIGIRIN’

Demîrtaş, bal kişand ser astengiya hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdnullah Ocalan re û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan re tê astengkirin. Dixwazin tolê hilînin. Bi vê rêbazê diyalog pêk nayê. Divê ne tenê heyet, her wiha rewşenbir, nivîskar û siyasetmedar jî karibin bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Divê diyaloga wî ya bi cihanê re bi awayekî azad pêk bê. Ger ku AKP behsa çareserîyê bike divê sîstema îmralîyê bê guhertin. ANF

Advertisements