Li Laziqîyê bi kêmî 22 kes hatin kuştin

Nûçexane – Hêzên rejîma Sûrî êrîşên xwe li bajêrê Laziqiye tundtir dikin û li gor zanyarîyên herêmî hêza deryayî jî beşdarî êrîşan dibe. Bizavkar dibêjin, bi kêmî ve 22 kes roja Yekşembî li Laziqiye hatin kuştin.

Roja Înê xwepêşandaneke mezin li wî bajêrî hat kirin û xwepêşanderan dîsa daxwaz ji Beşar El Esed kir ku dest ji serokatîyê berde.

Serok Barack Obama û Şah Abdullah yê Erebistana Saudî roja Şembî daxwaz kir ku bi zûtirîn dem êrîşên li dijî xwepêşanderan li Sûrîyê bên rawestîn. Jêder: VOA Kurdî

Advertisements