Wê Filistîn ji bo serxwebûnê serî li NY bide

Nûçexane – Rêberên Filistînê ragihandin ku ji bo Filistîn weke dewleteke serbixwe were nasîn, ew ê bi awayeke fermî di meha pêş de serî li Neteweyên Yekbûyî bidin. Her çendî DYA li dijî vê yekê ye, lê rêveberiya Filistînî di vê biryara xwe de pêdagir (israr) e.

Li gor daxuyaniyên rayedarên Filistînî, wê rêberê Filistînê Mahmud Abbas di 20’ê Îlonê de serlêdana naskirina dewleta Filistînê di Civata Giştî ya NY’yê de pêşkêş bike.

Tê payîn ku wê Abbas di sêşemê de biçe Libnanê û wê bi rêveberiya Beyrûdê ku wê Serokatiya Konseya Ewlekariyê dewr bigire re hevdîtin pêk bîne.

Wezîrê Derve yê Filistînî Ryad Malkî derbarê mijarê de daxuyaniyekê da û diyarkirin naskirina dewleta Filistînê ya ji aliyê NY’yê ve, pêkanîna berpirsyartiyên xwe yên ehlaqî, siyasî, dîorkî û zagonî ye.

Lê aliyê Îsraîlê bi awayeke germ nêzî kêşeyê nabe. Di daxuyaniya ji aliyê Nivîsgeha Serokwezareta Îsraîlê ve hat kirin de daxuyaniyên “Wê Filistîn ji vê hemleya xwe jovan bibe” û dibe hevdîtinên aşitiyê jî asten bibin, da.

Filistînî diyar dikin ku ji bo hevdîtina her du aliyan bi temamî raweste wana biryareke wiha girtiye û di vê demê de tu hevdîtinên bandorê li dewletbûnê bike nayên kirin..

Ji ber ku Îsraîlê rawestandina avahiyên li Şerîaya Rojava qebûl nekiribû, hevdîtinên aşitiyê yên di navbera her du welatan de hatibûn qûtkirin.

Bi ya Filistîniya ger NY dewleta Fililstînê nas bike, wê zextên li ser dagirkeriya 44 salan Îsraîlê ya li ser xaka Filistînê zêde bibe.

Ji bo naskirina dewleta Filistînê divê Komîsyona Ewlehiyê bi hevdengiyê biryar bide û biryarê ji Civata Giştî re bişîne. Tê diyarkirin ku wê DYA bi pêşbîniyeke mezin veto bike.

Ji bo dewlet were naskirin divê ji siyan duwê welatên endamên Civata Giştî deng bidin.Divê Filistînî ji bo ji siyan duwê dengên dewleta werbigirin û ji ber wê jî divê baş bixebitin. Jixwe Elmanya û Îtalyayê ji niha ve ragihandin ku ew ê dewleta Filistînê nas nekin. Helwesta Franse û Îtalya heta niha diyar nebûye. Lê tê diyarkirin ku gelek zor e ku welatên YE’yê hemû bibin xwedî yek helwestê.

Her wiha dîplomatên Îsraîl û Filistînê jî ji bo bi awayeke fermî dewletek a Filistînê were naskirin, li gelemperiya cîhanê dest bi kampanayayên berfireh kirine. Wê encamên vê tekoşînê di dawiya meha Îlonê de aşkere bibe. Anf

Advertisements