207 kesan ji bo kurdî xwê da!

Nûçexane – Ezmûna ji bo perwerdehîya Lîsansa Bilind a Zanîngeha Artûklû ya Enstîtûya Ziman û Çanda Kurdî bi tevlîbûna 207 kesan li Kampûsa Zanîngehê ya Mêrdînê pêk hat.

Zanîngeha Artûklûyê ku bi Enstîtûya Zimanê Zindî perwerdehîya bilind dide, ji bo dansala 2011-2012an a Beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Lîsansa Bilind ezmûn pêk anî. Ji bo perwerdehîya Lîsansa Bilind a beşa Ziman û Çanda Kurdî bi giştî 207 kesan serî lê da û ji nav wan wê 20 kes ji bo lîsansa bilind bêtin hilbijartin. Beşa ewil a ezmûnê îro li Kampûsa Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê pêk hat.

Di beşa ewil de ji namzetên Lîsansa Bilind hat xwestin ku, nivîsareke tirkî wergerînin kurdî. Kesên di beşa wergerê de serkeftî bin, wê karibin beşdarî beşa diduyan a ezmûnê bibin. Ezmûna diduyan ya ku wê ji zanîna giştî ya li ser wêjeya klasîk a kurdî be jî 24ê vê mehê wê bi devkî pêk were. Hêjayî gotinê ye ku, ji xeynî şagirtên zanîngehên curbecur yên Tirkiyeyê, gelek kesayetîyên li ser wêje û nivîsa kurdî xwedî xebatin jî hebûn. Nûçexane / Mûrat Amed

Advertisements