Di xûtbeyên îna sivîl de operasyonên hewayî hatin şermezarkirin

Nûçexane – Di çarçoveya Neguhariya sivîl de li Bakurê Kurdistanê Nimêjên Înê yên Sivîl li Diyarbekir, Wan, Mûş, Şirnex, Colemêrg, Mêrdîn, Riha, Bedlîs, Agirî û gelek navçeyên din bi girseyî hatin kirin. Di nimêjên înê de operasyona dersînor a Artêşa Tirk hat şermezarkirin.

 Şirnex

Li Şirnex û navçeyên wê Sîlopî, Cizîr, Hezex û Elkê, bi hezaran hevwelatî li cihên her demê kom bûn û bi girseyî nimêja înê kirin. Li Şirnexê û navçeyên wê wek her heftê bi hezaran kes li qadên nimêjê kom bûn û ref girêdan. Li navçeya Sîlopiyê li gel germa zêde dîsa bi hezaran kesan nimêj kir, bi Kurdî weaz dan û operasyon şermezar kirin. Li navçeya Cizîrê, Hezex û Elkê jî bi beşdariya sedan kesan nimêja înê hat kirin û operasyon şermezar kirin.

 Sêrt/Êlih

Li Sêrtê û navçeya Misircê jî bi hezaran welatî li meydanên heman carê kom bûn û Nimêja Înê ya Sivîl kirin. Di dimêja Înê de ku li ber parka Şaredariyê hat kirin dîsa şaredar û rêveberên BDP-ê jî amade bûn. Li navçeya Misircê jî hevwelatiyan li ‘Mizgefta Sivîl’ nimêj kirin. Di nimêjên de bi Kurdî weaz hatin dayîn û operasyon hatin şermezarkirin.

 Li Êlihê jî bi heman armancê koma ku li Baxçê Çayê kom bûn ref girêdan û nimêja sivîl kirin. Di dimêjê de operasyon hatin şermezarkirin û hat xwestin ku dawî li operasyonan bê.

 Riha/Mêrdîn

Li navçeyên Wêranşar û Serêkaniyê yên Rihayê jî wek her hefteyê vê hefteyê jî bi sedan hevwelatî li Parka Musa Anter û ber avahiya BDP-ê ya taxa Kişlayê kom bûn û nimêja xwe kirin.

 Li navçeyên Qoser, Nisêbîn û Dêrikê jî bi heman rengî bi hezaran kes li meydanên nimêjên înê yên sivîl kom bûn û nimêj kirin. Li Qoserê bi sedan kesan li Mala Şêx Dawid Yalçinkaya, li Nisêbînê li parka 100. Yilê, li navçeya Dêrikê jî li Parka Hunerê ya Ahmet Kaya bi sedan hevwelatî kom bûn û bi girseyî nimêj kirin.

Diyarbekir/Wan

Li navçeyên Farqîn, Bîsmîl û Licê û navenda Diyarbekirê jî wek her hefteyê ji aliyê hezaran kesan ve nimêj hate kirin. Li Deriyê Çiyê yê Diyarbekirê wekî her hefteyê îro jî dîsa bi beşdariya hezaran kes li bin bircên Diyarbekirê rêz bûn û ref girêdan. Weaz bi Kurdî hatin dayîn û operasyon hatin şermezarkirin.

 Li Wanê jî bi sedan kesên ku li Parka Ehmedê Xanî kom bûn ref girêdan û nimêja xwe kirin. Li vir jî bi Kurdî weaz hatin dayîn û operasyonên dersînor hatin şermezarkirin.

Mûş/Agirî/Tetwan

Li navçeyên Kop û Melezgîrtê yên Mûşê jî nimêj bi girseyî hat kirin û operasyon hatin şermezarkirin. Li navçeya Bazîde ya Agirî jî wekî her hefteyê nimêj li ber Konê Çareseseriya Demokratîk bi girseyî hat kirin. Li navçeya Tetwanê ya Bedlisê jî hevwelatiyan Nimêja Înê ya Sivîl bi girseyî kirin.

Colemêrg

Li navçeya Geverê û Colemêrgê jî wek her hefteyê vê hefteyê jî bi sedan kes li heman meydanê kom bûn û nimêj kirin. Girseya ku di nav de endam û rêveberên BDP-ê jî hebûn, operasonên derveyî sînor şermezar kirin.  (DİHA)

Advertisements