11 Partîyên Kurd yên Sûrî Bombebaran Şermezar Kir û Azadîya Ocalan Xwest

Nûçexane – Partiyên Tevgera Nîştimanî yên Kurd li Sûriyeyê, êrîşên ezmanî û zemînî yên Tirkiye û Îranê bi tundî şermezar kirin.

Partîyên Kurd yên li Sûrîye di daxûyanîya xwe ya hevbeş de bibîrxistin ku, ev çend roj in li Herêma Kurdistanê (Kurdistana Iraqê) êrîşên dijwar ji aliyê hêzên zemînî û ezmanî yên Tirkiye û Îranê ve, bi hinceta li dijî bingehên leşkerî yên PKKê pêk tên û di encamê de, ziyanên gelek mezin gihîştîye ser sivîlên wê herêmê.

Partiyên tevgerê eşkire kirin ku ew kiryar û êrîşên nerewa yên herdu welatan, binpêkirina serwerîya xaka Iraqê ye û li dijî destûr û nirxên navdewletî ye.

Dîsa hat ragihandin ku hikûmeta Tirkiyeyê bi wan kiryarên nerewa yên li dijî gelê Kurd dike têr nabe, lê dest bi guşegiriya rêberê Kurd Abdulah Ocalan jî kiriye û ev bêhtir ji mehekê ye ku nahêlin ne parêzer û ne jî malbata wî biçin serdana wî li girtîgeha Îmraliyê. Ji bilî wê yekê kar û xebata parêzerên wî jî heya yek salê hatiye qedexekirin, ev jî diyar dike ku hikûmeta Tirkiyeyê yasa û destûrên mafên mirovan binpê dike.

Di dawîya daxûyanîyê de, hat gotin, Partiyên Tevgera Nîştimanî yên Kurd ku ji 11 partiyan pêk tê, bi tundî êrîşên li dijî Herêma Kurdistanê şermezar dikin û dibêjin; helwest û danûstandina bi rêberê Kurd Abdulah Ocalan re jî nerast e û pêwîst e zûtirîn demê ew were berdan. Her wiha ji hikûmetê daxwaz hate kirin ku dest ji tundûtîjiyê berde û bi awayekî dadwerî û demokrasî doza gelê Kurd li bakurê Kurdistanê çareser bike. Jêder: Pukmedîa

Advertisements