Azad Cundiyanî: Êrîşên Tirkiyê nayên qebûlkirin

Nûçexane – Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Azad Cundiyanî, ragehand ku ew êrîş û bombebarankirina Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê nayê ‘’qebûl kirin’’ û daxwaz ji Tirkiye û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kir ku dest ji şîdetê berdin û berê xwe bidin rêyên diyalogê.

Di daxwiyaniyekê de bo Ajansa Eswet El-İraq Azad Cundiyanî got: ‘’Pirsa Kurd bi rêya êriş, bombardiman û şîdetê nayê çareserkirin û ew êrîşên Tirkiyê jî nayên qebûl kirin. Pêwist e Tirkiye û PKK dest ji şîdetê berdin û li rêyên diyalogê bigerin. Di vê derbarê de em wek YNK helwêsta me jî wek ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.’’

Cundiyanî, daxwaz ji Tirkiye û PKKê jî kir ku; ‘’Herdû alî dest ji çareseriya leşkerî berdin, vegerin ser maseya gotûbêjê û bi rêyên aştiyane pirsên xwe çareser bikin, ji ber rêya çareserkirina nakokiyan tenê ew e.’

Hêjayê gotinê ye firokeyên şer ên Tirkiyê ji roja çarşema borî ve navçeyên Çiyayê Qendîl, Xinêre ya sêkoşeya sînor, Çiyayê Metîna, navçeya Zapê ser bi parêzgeha Dihokê  û gelek dever û gundên Herêma Kurdistanê bombebaran dikin.Rûdaw

Advertisements