Êrîşên Balafirên Tirkiye Berdewam in

Nûçexane – Êrîşên Hewayî yên artêşa Tirkiye îro jî berdewam kir. Êrîşa hewayî ya balafirên şer ên Tirkiye di roja xwe ya çaran de jî çiyayên Kurdistanê bombebaran kir. Tê ragihandin ku gelek gund û navçeyên sivîl jî rastî van êrîşan hatine û ziyana madî çebûye.

Li gor agahiyên nû êrîşa hewayî ya îro li demjimêr 11:25an dest pê kiriye û dîsa bombe weşandine ser armancên xwe yên diyarkirî. Çavkanîyên herêma Kurdistanê radigihînin ku, piştî êrîşên balafirên Tirkiye li gelek gundan ziyaneke mezin a madî pêk hatîye û xelkê herêmên ku rastî êrîşên balafirên tirk tên niha bi metirsîya koçberbûnê re rûbirû ne.

Advertisements