Li Diyarbekirê wê li dijî êrîşên hewayî meşek bê lidarxistin

Nûçexane – Wê Rêxistina BDP’ê ya Amedê sibê ji bo şermezarkirina êrîşa hewayî ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê û operasyonên leşkerî meşekê li dar bixe.

Rêxistina BDP’ê ya Amedê wê sibê ji bo şermezarkirina êrîşa hewayî ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê û operasyonên leşkerî meşeke girseyî li dar bixe û piştre jî daxuyaniyê bidê çapemeniyê.

Meş wê sibê li saet 16.00’an li ber avahiya BDP’ê dest pê bike û heta Parka Koşuyoluyê bidome. Ji bo meşa ku wê bi hezaran kes beşdar bibe amadekarî didomin.

Wê parlamenter Leyla Zana, Emîne Ayna, Nursel Aydogan, Altan Tan, Şerafettîn Elçî, Husamettîn Zenderlîoglu, Halîl Aksoy û Ozdal Uçer û şaredarên herêmê jî beşdarî meşê bibin. ANF-Kurdî

Advertisements