Mahmût Alinak bi îdiayeke mezin bû namzetê serokatîya BDPê

Nûçexane – Parêzer Mahmût Alinak ji bo kongreya 2yan a awarte ya Partîya Aştî Demokrasîyê (BDP) ku 4ê îlonê pêk tê namzetîya xwe ya serokatîyê bi daxûyanîyeke nivîskî eşkere kir.

Mahmût Alinak, sedema namzetîya xwe ya ji bo serokatîya giştî ya BDPê wek gotinên vê dawîyê yên Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan nîşan da û got, ez li ser daxûyanîyên tundewar ên Erdogan ku vê dawîye kirine dibim namzet.

Alinak di berdewamê de wiha got: ‘Rawestandina xwînrijandinê ku ji ber sîyaseta korîtî ya hikûmetên berê û îro jî ya AKPê berdewam dike, deyneki dîrokî ye ku di stuyê me de ye. Ji bo ku di vê de bi ser bikevim dibim namzetê serokatiya giştî.’

Advertisements