Firokeyên Tirkan 2 jê zarok 6 kes kuştin

Nûçexane – Rêveberê Nehya Sengeser Hêmin Ebdulla Şêxe ragehand ku demekê berî niha firokeyên şer ên Tirkiyê li otomobîleke hevwelatiyan dane û heta niha 3 term diyar in. Lê li gor daxwiyaniyên PKK-ê 2 jê zarok 6 hevwelatiyên sivîl hatine kuştin.

Derbarê bûyerê de Rêveberê Nehya Sengeser Hêmin Ebdulla Şêxe agahî dan Rûdawê û got: ‘’Demjimêr 2-yê piştî nivro firokeyên şer ên Tirkiyê li ser rêya Kurtek otomobîleke xelkê navçeyê kirin hedef, niha me termek aniye lê ji ber têkçûna terman em nizanin çend kes hatine kuştin. Lê dû termên din jî li nêzîkê otomobîlê hatine dîtin û emê wan bînin Sengeser.’’

Hêmin Ebdulla wiha axifî: ‘’Ji serê sibehê ve 15 firokeyên şer ên Tirkiyê li deşt û quntara çiyayê Qendîl digerin û bi çekên giran wan navçeyan bombardiman dikin. Heta îro jî bombardiman tenê li çiyan bû, lê belê îro gundê Kurtek û xelkê sivîl ên navçeyê bombardiman kirin.’’

Îro zêdetir quntara çiyayê Qendîl, li sînorê qezaya Pişder jî sozanên nehya Sengeser, gundê Kurtek, Lêwje û derdora wan hatin bombardimankirin û çend kesên sivîl hatin kuştin.

Lê Berpirsê Peywendiyên Derve yên PKKê Ehmed Denîz ji Rûdawê re got: ‘’Firokeyên şer ên Tirkiyê li otomobîleke dane û 6 kes kuştine.’’ Çavkaniyên herêmê jî dibên jimara kuştiyan ne tenê 3 kes û dibe ku zêdetir be. Kurdî/Rûdaw

Advertisements