Li Hewlêrê bombebaran hat protestokirin

Nûçexane – Li Paytexta Herêma Kurdistan Hewlêrê, bi sedan welatî li dijî bombebaran û topbarankirina navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji hêla Îran û Tirkiyeyê ve, xwepêşandanek saz kir.

Xwepêşander, îro, li pêşiya Parlamentoya Kurdistanê kom bûn û daxwaza rawestandina topbaran û bombebaranê kirin.

Serpereştyarê xwepêşandanê Şakir Mistefa ji AKnewsê re ragihand, “Di xwepêşandanê de bi sedan welatiyên Herêma Kurdistanê û kurdên Îran û Tirkiyeyê beşdar bûn û daxwaza kirin ku yekser topbarankirina navçeyên sînorî ji hêla Tikriye û Îranê ve, were sekinandin.”

Mistefa xuya kir ku bihaneyên Îran û Tirkiyeyê ji bo domandina topbaran û bombebaranê, ti bihaneyên wê yên yasayî tune ne û wiha pê de çû: “Em ê yadaşteke nerazîbûnê pêşkêşî Serokatiya Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê bikin daku ji bo rawestandina topbaranê hewl bidin.”

Ji bal xwe ve, Peywend Enwer yek ji serpereştyarên xwepêşandanê ji AKnewsê re got, “Eger di heyama pêş de, topbaran berdewam be, em jî dê çalakiyên xwe yên nerazîbûnên bi awayekî sivîl, bidomînin.”

Enwer axaftina xwe wiha domand, “Tiştê bêtir em dilgiran kirine, bêdengiya hikûmeta Iraqê ye, lewra em dixwazin hikûmeta Iraqê guvaşên bêtir bixine ser hikûmeta Tirkiye û Îranê daku êrîşên xwe bo ser xaka Herêma Kurdistanê rawestînin.” AKnews

Advertisements