Sadon: Êrîşên Firokeyên Tirk û Topbarana Îranê Nayê Pejirandin

Nûçexane – Parlamenterê Hevpeymaniya Kurdistanê Mihsên Sedon ragihand ku tu carî bêdengiya hikûmeta Iraqê ya li hemberî êrîşên Tirkiye û Îranê yên li dijî Herêma Kurdisatanê nayê pejirandin.

Ji xeynî Mihsên Sadon parlamenterê hevpeymaniya dewleta yasa ya di hevpeymaniya nîştimanî ya Iraqê de Mihemed Sehyûd, jî daxuyakirin ku êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî xaka Iraqê bi tu awayî nayê pejirandin û pêwîst e bi awayekî lezgîn wezareta derve digel Tirkiye û Îranê û Kiwêtê bicive û rêkeftinê (peyman) mor bikin. Jêder: Pukmedia

Advertisements