Burkay: Divê Hikûmet Dev Ji Zimanê Tundewar Berde

Nûçexane – Nivîskar û Sîyasetvanê Kurd Kemal Burkay, li Diyarbekirê li meqamê Şaredarîya Mezin çû serdana Şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemîr. Burkay di axaftina xwe ya li meqamê Baydemîr kir de, ji bo pêkanîna aştî, demokrasî û azadîyê bang li hikûmetê kir ku, dev ji zimanê tundewar berde.

Baydemîr, Kemal Burkay bi kurdî pêşwazî kir û kêfxweşîya xwe ya ji bo serdana rûspiyekî kurd ê mîna Kemal Burkay anî ziman. Baydemîr wekî diyarî jî wêneyê kelepçekerî yê bersûcên doza KCKê pêşkeşî Kemal Burkay kir. Hêjayî gotinê ye ku li ber wêneyê girtiyên doza KCKê helbesta Kemal Burkay a ‘Bikene-Gulumse’ jî hatibû bicihkirin.

Şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemîr, di pêşwazîya Kemal Burkay a meqamê xwe de bi kurdî axivî û got, ‘Bi dîtina Kemal Burkay a li ser axa xwe pir kêfxweş bûm. Înşellah wê sîyasetvan û hunermendên din yên mîna te, ku bi hesreta welat li sirgunîyê dijîn jî vegerin û li nav gelê xwe bijîn. Ji bo vê aştîyeke bi rûmet hewce ye. Ji bo vê aştîyê jî divê em hemû bi hev re bixebitin’.

Kemal Burkay jî li meqamê Baydemîr kêfxweşîya xwe ya ji bo nûjenbûn û pêşketina bajarê Diyarbekirê anî ziman û xizmetên şaredarîyê bilind nirxand. Burkay di axaftina xwe ya ku bi kurdî kir de, pesnê jêhatîbûna Osman Baydemîr da û got, ‘aştî, demokrasî û azadî dereng be jî wê rojekê were Tirkiyeyê’.

Divê Kurd ji hev re bi tehemul û hurmetdar bin

Burkay di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser şerê ku niha bi tundî didome û wiha axivî: “Xwîna zarokên tirk û kurdan diherike. Ev hemû zarokên me ne. Divê êdî herdu alî jî dîyalogê bidin destpêkirin. Hegen aştî pêk were wê rê li ber vî welatî vebe. Yekîtîya kurdan gelekî girîng e. Lê divê ewil kurd tehemulî hev bikin û ji hev re hurmetdar bin. Din av kurdan de jî pêdivî bi demokrasîyê heye. 20 milyon serjimarîya kurdan heye. Sîyaseta wan pirrengî û pircureyî ye. Divê kurd di nav xwe de tehemulî van rengan bikin. Lê ji bom e ya ewil dawîlêanîna vî şerî ye. Makezagoneke nû tê çêkirin. Divê ev makezagon ji bo çarenûsa pirsa kurd bibe hinceta pêşîvekirinê. Divê diyalog dest pê bike. Hikûmet van rojên dawî zimanekî pir tundewar bi kar tîne. Înşallan ev ê zêde dom neke. Divê hikûmet dev ji vî zimanî berde û zimanê aştîyê bi kar bîne.” Nûçexane

Advertisements