Li Taksîmê Êrîşên Hewayî Hate Protestokirin

Nûçexane – Di xwepêşandana protestokirina êrîşên hewayîn firokeyên tirk a ku li Taksîma Stenbolê pêk hat de, polîsan êrîş bir ser girseyê û hat ragihandin ku 8 kes jî hatine binçavkirin. Parlamentera BDP’ê Gultan Kişanak di xwepêşandanê de diyar kir ku R.T. Erdogan di 4’ê Tebaxê de ji amadekariyên şer talîmat daye û wiha got: “Serokwezîr Erdogan berpirsê vê xwînê, kujerê ciwanên Kurd û Tirk e.”


Ji ber îcaze nehat hiştin li Qada Taksîmê daxwiyanî bê dayîn û girse rastî êrîşa polêsên hikûmeta AKP’ê hat, xwepêşanderan li ber avahiya Rêxistina BDP’ê ya Bajar a Stenbolê bi daxwiyaniyekê helwêsta polêsên rejîma Enqereyê ya mêtinger, prostesto kirin. Di çalakiyê de digel parlamenterên BDP’ê Gultan Kişanak, Sabahat Tûncel û Parlamenterê Serbixwe yê Stenbolê Levent Tuzel, gelek Kurdistanî û demokrat amade bûn.

Parlamenter Gultan Kişanak di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku desthilatdariya AKP’ê dixwaze Tirkiyeyê têxe nav alozî û pevçûnên nijadî û wiha pêde çû: “Her kesên ku alîgirê mirovahî, aştî, biratî û azadiyê ne, divê li dijî vê desthilatdariyê ref girê bidin. Erdogan ji her kesî re dibêje, ‘refên xwe diyar bikin’. Erdogan bi vê gotina xwe banga cihgirtina kîjan refê dike îro li Stenbolê careke din diyar bû. Serokwezîr Erdogan bang me hemûyan dike ku em di refên şer, bindestî, radestî û refên planên mêtingeran ên ji bo Rohilata Navîn de cih bigirin.”

Kişanak axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li vir em careke din bi gelê xwe re û bi her kesê ku aştî û biratiyê diparêzin re dibêjin ku refa me diyar e. Serokwezîr, refa me refa biratî û aştiyê ye, refa çareseriyê ye. Li hemberî necis û handerên şer, refa berxwedêriyê ye. Divê Erdogan vê yekê wiha bizane.”

Kişanak, hişyarî da Erdogan û wiha got: “Erdogan banga her kes di refa şer de cih bigire dike, dê ev tenê her kesî ber bi şerê navxweyî bibe. Bila Erdogan bizane çi dibêje. Xwe bi veşartina li pişt polîtîkayên ‘ewlekariyê’ provokatorî û kişkirina şer pêkanîn, dê rê li ber pevçûnên nijadî/etnîkî vebike, dê ev yek dawiya hikûmeta AKP’ê bîne.”

Kişanak, çalakiyiya ku dixwestin li Taksîmê pêk bînin, lê ji aliyê polêsên dewleta AKP’ê ve hatin astengkirin, şermezar kir û wiha berdewam kir: “Di rastiya xwe de sokwezîr ji mêj ve biryara vî şerî daye û talîmat daye srfermandarê giştî ku li her derî operasyon û şer bi rê ve bibe. Dema ev talîmata da, hê li holê çalakiya Çelê tunebû. Divê raya giştî ya Tirkiyeyê vê heqîqetê bibîne. Çapemeniya Tirk a di refê şer de cih girtiye, hewl dide gel bi derewan bixapîne. Serokwezîrê ku di 4’ê Tebaxê de ji amadekariya şerekî bi vî rengî talîmat û ferman da serfermandarê giştî, berpirsê vê xwînê, kujerê ciwanên Kurd û Tirk e. Ev helwêsta serokwezîr RiT. Erdogan, ev polîtîkaya wî ya şerxwaz dê dawiya AKP’ê jî bîne.”

Kişanak destnîşan kir ku ên ku demokrat, aştîxwaz, azadîxwaz in û alîgirên çareserî û yeksaniyê ne, dê bi rêxistinbûyîn û rêxistinkirinê bi berxwedanî û têkoşîneke mezintir dê polîtîkayên şerxwaz ên AKP’ê û dewletê pûç bikin.”

NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ BIRÊZ OCALAN E

Kişanak der barê meseleya Kurd de wiha axivî: “Îro, roj roja li dijî derketina kesên rê li ber şer vedikin e. Recep Erdogan ji bo rê li ber perwerdeya zimanê zikmakî, Xweseriya Demokratîk û rê li ber avakirina makezagonekê ku hemû rengan û dengan nas bike bigire; îro şer derdixe pêş. Lewre divê em bêhtir ligel van daxwazan bibin yek, bêhtir bihêz bibin û em berxwedaneke bihêz û biheybet bi pêş bixin da ku ev polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP’ê û Erdogan pûç bibin û têk biçin.

Birêz Ocalan pir vekirî diyar kir ku ger hikûmet ji bo çareseriya meseleya Kurd berpirsyariyê bigire, banga aştiyê bike, li gel projeya çareseriyê vîneke/îradeyeke siyasî destnîşan bike, dê meseleyê di hefteyekê de bixe ser riya çareseriyê. Divê em hikûmet û siyasetê neçarî pêkanîna vê pêşniyarê bike. Yekane çareserî ev e. Divê desthilatdar, parlamento, saziya siyasetê, hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê, yên ku xwedî wîjdan in, yên ku hişê wan li serî ne, her kes ji bo ev pêşniyara berçav bê girtin û bersiv bê dayîn, hewl, xebat û têkoşînê bi pêş bixin.”

Piştî Kişanakê, Parlamenterê Serbixwe yê Stenbolê Levent Tuzel jî axivî û got ku bi şerê ku li herêmê tê birêvebirin, bi bombebarana dersînor hikûmeta AKP’ê hemû Tirkiye xistiye nav rewşeke awarte.

Li aliyê din piştî daxwiyaniya çapemeniyê, girseya ku belav dibû rastî êrîşa polêsên xwînmij hat û bûyer derketin. Hat zanîn ku polêsan 8 kes binçav kirine. ANF – WÊNE: ZEYNEP KÛRAY

Advertisements