Barzanî: Êrîş li dijî yekîtiya Kurdan e, çi pêwist be em ê bikin

Nûçexane – Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî diyar kir ku êrîşên Îran û Tirkiyeyê ji ber tirsa hêz û yekîtiya kurdan e û got ku ew ê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hemî riyên dîplomatîk biceribînin. Barzanî wiha got: “Heke rawestandina êrîşan aliyeke li dijî Herêma Federal a Kurdistanê êrîşeke bejayî dest pê bike em ê ji hebûna xwe ya neteweyî û berjewendiyên xwe tawîz nedin û ji bo parastina destkeftiyên xwe tiştên pêwîst bikin.”

Li Herêma Federal a Kurdistanê Serokê Herêma Federal Mesut Barzanî bi nûnerên 40 rêxistinên sivîl ên civakî re li biryargeha xwe ya Selahaddînê hate ba hev. Di hevdîtinê de êrîşên Tirkiye û Îranê yên li dijî axa Herêma Federal a Kurdistanê hatin nîqaşkirin û Barzanî xwest ku hikûmeta Iraqê ji bo parastina sînoran pêkutiyan bike.

Nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî der barê êrîşan de pirsên xwe ji Barzanî pirsîn û diyar kirin ku li dijî êrîşan divê bêdengî nebe û xwedî helwesteke neteweyî be. Barzanî yê ku pirsên nûnerên rêxistinên sivîl bersivand diyar kir ku divê Tirkiye û Îran dev ji rêbazên şîdetê berde û di hemû hevdîtinan de ev daxwazên xwe ji rayedarên Îran û Tirkiyeyê re anîne ziman. Barzanî der barê daxuyaniya sefareta Îranê ya “em bi Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê û serokê wî re di nava hevkariyê de ne” de jî got ku ev gotin derew e û wiha berdewam kir: “Tu caran hevkariyeke me ya wisa çênebûye û nabe jî.” Barzanî destnîşan kir ku têkîliyên wan ên aborî bi Tirkiye û Îranê re heye û lê tu caran têkîliyên wan ên aborî û siyasî derbasî pêşiya berjewandiyên neteweyî nabe.

‘GER ŞEREKÎ GIŞTÎ DEST PÊ BIKE, ÇI HEWCE BE EM Ê BIKIN’

Barzanî ku bersiv da pirsên têkildarî îdîayên wek çima hikûmeta Hewlêrê li dijî êrîşên Tirkîye û Îranê helwesteke tund nîşan nade, diyar kir ku tu fêdeya şîdetê an jî şerekî di navbera dewletan tuneye.Barzanî wiha axivî: “Em ê ji bo çareserîya pirsgirêkê serî li hemû rêyên dîplomatîk bidin.Hevdîtinên me yên têkildarî vê mijarê him bi navenda Iraqê, him bi Îranê û him jî bi dewleta Tirkîyeyê re hevdîtinên me berdewam dikin. Ji bo êrîş bêne rawestandin û pirsgirêk bi rêya dîyaloxê bê çareserkirin çi ji destê me bê emê bikin. Ji bo çareserîya pirsgirêkê ya emê hemû rêyên diplomatik bikarbînin. Bertekên rêxistinên civakên sivîl yên têkildarî êrîşan erênî ne. Heke rawestandina êrîşan li hêlekê şerekî bi rêya bejayî ya li dijî herêma Kurdîstan a Federal pêk bê em dê jî tawîzan ji berjewendîyên xwe yên netewî nedin û em ê çi pêwist be bikin.”

‘ÎRAN Û TIRKIYE PJAK Û PKK’Ê DIKIN HINCET’

Barzanî da zanîn ku Dewleta Îran û Tirkîyeyê PKK û PJAK’ê dikin hincet û êrîşan li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê pêk tînin û ev nêzîkatî naye qebûlkirin. Barzanî diyar kir ku PKK û PJAK jî dê çalakiyên ku pêk tînin bihîstiyar tevbigerin û şert û mercan li ber çavan bigrin. Barzanî pêşniyariya xwe dubare kir û bi lêv kir ku pirgirêka kurd dê bi diyalog û şêwazên aştîyê çareser bibe

ÊRÎŞ, ENCAMA TIRS Û XOFÊN KU KURD LI HEREMÊ BI HÊZ DIBIN NE’

Barzanî bêdengmayina Hikûmeta Iraqê jî rexne kir û ji rêxistinên sîvîl re jî bang kir û xwest ku ger li ser hikûmeta navendî re zêdetir bandor bikin.Barzanî sedema êrîşan wiha destnîşan kir, “Ev êrîş ji ber ku yekîtiya kurd pêk tê û ev zanyarî û hişmendî diafire tê kirin.” Barzanî di civîne de da zanîn ku Herêma Federal a Kurdistanê de ji bo reformê jî dê gav bên avêtin û ewlehî dê xurtir bibe. Kurdî: ANF

Advertisements