Serok Obama: Dive Qedafî Zanibe Ku Êdî Lîbyayê Kontrol Nake

Nûçexane – Serokê Amerîkayê Barack Obama li ser serkeftina dijberên Qedafî got, divê rêberê Lîbî Muamer Qedafî zanibe ku ew êdî welat kontrol nake.

Serok Obama her wiha got ku Amerîka ligel civaka navneteweyî kar dike ji bo piştevanîya demokrasîyê ya li Lîbyayê.

Li ser mijarê Serokwezîrê Brîtanîya David Cameron jî da zanîn ku kontrolkirina Terablusê ji alîyê serhildayan ve, destpêka dekomrasîyê ye li herêmê. Cameron got ku, Brîtanya ji ber parastina xelkê sivîl û welatê wan “serbilind e” ku beşdarî şoreşa Lîbyayê bûye. Jêder: VOA Kurdî

Advertisements