Nêçîrvan Barzanî digel Ehmedînejad civîya

Nûçexane – Nêçîrvan Barzanî îro wek nûnerê Herêma Kurdistanê li Tehranê bi civîneke taybet digel serkomarê Îranê Mehmûd Ehmedînejad civîya. Tê ragihandin ku di hevdîtinê de, qala pirsa aramîya ser sinor û têkiliyên aborî yên di navbera herdu aliyan de hatiye kirin.

Li gor nûçeya Malpera Nûçeyan a Kurd Pressê ya resmî ya Îranê di civîna Barzanî û Ehmedînejad de, ku îro di seat 10:00an de li Tehranê bi rê ve çû, ewlekariya navçeyên sinorî bi girîng hate wesifkirin û teqezî li ser parastina aramiya sinor li gor yasayên navdewletî hate kirin.

Biryar e piştî nîvro Nêçîrvan Barzanî bi cihê digel her yek ji Berpirsê Civata Bilind a Ewlekariya Neteweyî Seîd Celîlî û wezîrê derve Elî Ekber Salihî bicive.

Nêçîrvan Barzanî şeva borî wek nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê û serokwezîr, digel şandeyeke payepilind a hukmî û hizbî, bi armanca gotûbêjkirina rewşa ser sinor û rewşa ewlekariya navçeyê, gihişt Tehrana paytexta Îranê. Kurdî: AKnews

Advertisements