Serok Barzanî Sersaxîya Malbata Sivîlên Hatine Kuştin Kir

Nûçexane – Serokê Herêma Federal a Kurdistan Mesûd Barzanî, çû serdana malbata 4 jê zarok 7 kesên sivîl yên ku di êrîşa balafirên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji des dabûn. Barzanî li serdanê got, “Ji bo rawestandina êrîşan, çi pêwîst e em ê bikin ”


Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî, çû sersaxiya malbata jê 4 zarok 7 kesên sivîl yên li ser rêya navçeya Ranya-Kortek yên di êrîşa hewayî ya balafirên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji des dan. Barzanî di bin ewlehiyêke berfireh de hat sersaxiyê û ji bo 7 sivîlên jiyana xwe ji dest dane xemgîniya xwe anî ziman. Barzanî, diyar kir ku hemû hewldanên wan ji bo sekinandina êrîşan e û got; “Dê hemû hewldanên me ji bo rawestandina operasyonan be”.

Xizmên/merivên kesên jiyana xwe ji dest dan jî, ji bo serledanê memnûniya xwe anîn ziman. Barzanî piştî sersaxiyê çû serdana gundiyên bi sedema êrîşan gund û zozanên xwe terikandine û çû herêmên Holibanakan û Qeladizê yên giredariyê Suleymaniyê. Barzanî, ji gundiyan re soza sekinandina êrîşan û zirara wan pêşwazî bike da. ANF

Advertisements