Aside

Nûçexane – Encama Ezmûna nivîskî û devkî ku, ji bo Lîsansa Bilind a Beşa Ziman û Çanda Kurdî li Zanîngeha Artûklûyê pêk hatibû îro (26-08-2011) diyar bû.

Li gor encama ezmûn û nirxandinê 3 jê yedek 23 kesan mafê xwendina Lîsansa Bilind a Ziman û Çanda Kurdî ya Enstîtûya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Artûklûyê bi dest xist. Ezmûna Lîsansa Bilind a Beşa Ziman û Çanda Kurdî ji du beşan pêk hatibû û 207 namzetên Lîsansa Bilind ewil beşdarî ezmûna nivîskî bûbûn û ji wan hatibû xwestin paragrafeke ji nivîsa tirkî wergerînin kurdî.

Di encama ezmûna nivîskî de, 89 kes ji bo ezmûna devkî hatin hilbijartin û ezmûna devkî jî 24ê vê mehê pêk hat. Li gor lîsteya ku îro di malpera Zanîngeha Artûklûyê de hatiye weşandin, ji nav 89 kesan 3 jê yedek 23 kes ku 5 kes ji wan ji bo beşa Zazakî û 18 kes jî ji bo beşa kurmancî ne, ji bo dansala 2011-2012an mafê Perwerdehîya Lîsansa Bilind bi dest xistin.

Li gor encamên hatine ragihandin, di herdu ezmûnên devkî û nivîskî de jî diyar dibe ku, pûanên namzetan ne li gor pîvanên ALES û Dîplomeyên zanîngehên qedandine hatine diyarkirin û her wiha her ku çend kesên xwedî xebatên kurdî di nav de cih girtibin jî, gelek kesên bi salan e kar û xebatên kurdî bi awayê profesyonel pêk tînin mafê Lîsansa Bilind bi dest nexistine.

Dîsa ezmûna ku, berê bi awayê devkî hatibû diyarkirin, ji xeynî danasîna namzetan ji pirsên nivîskî pêk hat û di vê ezmûna beşa diduyan de, balkêş bû ji namzetan hat xwestin mîna pîyangoyê (pişkê) pirsên li ser kaxezan hatibûn nivîsîn hilbijêrin û bi nivîskî bersiva wan pirsan bidin.

Her wiha piranîya namzetan dema ku li Zanîngehê ezmûna devkî – nivîskî pêk dihat, bilêv dikirin ku, wê ji 20 kesên bên hilbijartin 10 jê ji kesên xwedî statuya taybet pêk werin û ev yek jî bû sedema nezelalî û tohmetê ku di serê kesên serî li Lîsansa Bilind dabûn de şik û gumanê çêbike. Nûçexane

Ji bo nav û pûanên kesên mafê Lîsansa Bilind a Ziman û Çanda Kurdî bi dest xistine vê girêdanê bitikînin.

Encama Ezmûna Lîsansa Bilind a Kurdî Bû Mijara Şik û Gumanan

Advertisements