‘Cejn Roja Lihevhatinê ye. Bi Şer Nabe Bi Aştîyê Dibe!’

Nûçexane – Heft kesayetîyên girîng ên li Tirkiyeyê yên bi navê; İshak Alaton, Prof.Dr. Halet Çambel, Rakel Dink, Prof.Dr. Şerif Mardin, Orhan Pamuk, Prof.Dr. Turgut Tarhanlı, Prof.Dr. Nermin Abadan Unat bi daxûyanîyeke hevbeş ragihandin ku, ‘Bi Şer Nabe Bi Aştîyê  Dibe’ û xwestin, Cejna Remezanê bibe hincet ji pêkanîna aştîyê re.


Nivîsa banga aştîyê ya 7 kesên ji karsaz, rewşenbîr, akademîsyen û nivîskarên xwedî giranîyekê ne wiha ye:

Cejn Roja Lihevhatinê ye. Bi Şer Nabe Bi Aştîyê Dibe!

Bi şerkirinê, lihevxistinê, çewisandin, binpêkirin û tunekirinê nabe, bi lihevkirinê dibe! Ji nû ve destpêkirina vî şerê ku, sih sal in canê bi deh hezaran kesan êşandiye û bandoreke giran li ser bi milyonan kesan kiriye nayê qebûlkirin. Şer, pevçûn, operasyon, sîleh, mayin, top, tiving, heps, tehdît nabe çare; çare dîyalokeke ji dil e. Destşikandin nabe çare; lê destê hev girtin dibe çare. Aştî ne çok kirina yê hember e, wiha aştîya mayînde nabe. Rêya aştîyê ne bi pêşandana hêzê û komên cenazeyan e, rêya wê mutabaqateke bingeha xwe ji mafan distîne ye.

Ji bo çareserkirina kêşeya Kurd divê bilez pêvajoyeke aştîyane bê destpêkirin, divê di serî de hikûmet û hemû partîyên siyasî û derdorên din alîkarîya vê pêvajoyê bikin.

Em kesên ku, çareyê ne di şer û pevçûnê de lê di aştîyê de dibînin, bang li partîyên di parlementoyê de koma wan heye dikin ku berî meclîs vebe werin ba hev. Em we dawetî pêkanîna aqilê hevpar û amadekarîyan ji bo pêvajoya dîyalogeke neveger dikin. Em di vê pêvajoyê de beşdarîya BDPê jî pir girîng û krîtîk dinirxînin.

Em hêvîdarin ev cejn bibe hincet ji pêkanîna hêvîyên aştîyê re.

İshak Alaton
Prof.Dr. Halet Çambel
Rakel Dink
Prof.Dr. Şerif Mardin
Orhan Pamuk
Prof.Dr. Turgut Tarhanlı
Prof.Dr. Nermin Abadan Unat

Nûçe: Salih Turan

Advertisements