Kurdên Brîtanya balyozxaneya Tirkiyê da ber hêkan

Nûçexane – Kurdên ku li Londona paytaxte Brîtanya rûdinên doh li ber balyozxaneya Tirkiyê li Londonê xwepêşandanek sazkirin û balyozxane dan ber hêkan. Xwepêşanderan êrîşên esmanî yên Tirkiyê bi tundî şermezar kirin û xwestin dawî li kuştina hevwelatiyên sivîl bê anîn.

Di xwepêşandanê de ku jimareke berçav a Kurdên daniştvanên bajarê Londonê beşdar bûn, çendîn slogan bi zqimanên Kurdî, Tirkî û İngilîzî hatin bilinkirin û êrîşên Tirkiyê bo ser sînorên Herêma Kurdistanê bi tundî hatin şermezarkirin ku di 21ê Tebaxê de 7 hevwelatiyên sivîl ji yek malbatê li sînorê devera Pişder bûn hedefa wan êrîşan.

Ligel ku gelek baran jî dibariya xwepêşandan bi sloganên ‘’Kuştina xelkên sivîl tawan e, dewleta Tirkiye û Erdogan terorîst in, dest ji bombardimankirina hevwelatiyên sivîl berdin û htd..’’ germ bûbû, herwiha xwepêşanderan daxwaz dikir dewleta Tirk destê xwe nexe nav karûbarên Kurdistana İraqê.

Di dawiya xwepêşandanê de jî çend ciwanan ji bo ku hêrsa dilê xwe dijî wan êrîş û tawanên Tirkiyê birjînin bînaya balyozxaneya Tirkiyê hêkbaran kirin. Piştre jî ew ciwan ji aliyê polîsên Brîtanya ve hatin girtin, lê ji ber nerazîbûna xwepêşanderan piştî demekê ew ciwan hatin berdan.

Ew xwepêşandan ji aliyê Çetra Azadî ve hatibû organîzekirin. Çalakvanên Çetra Azadî dibêjin: ‘’Em li dijî rejîmên Tirkiye û Îranê li ser çalakiyên xwe berdewam bin heta ew welat dest ji destdirêjî û kiryarên xwe yên ser jiyan û ewlekariya hevwelatiyên Herêma Kurdistanê bernedin.’’ Rûdaw