Aside

Nûçexane – Parlamentoya Kurdistanê di 5emîn civîna xwe ya neasayî ku doh piştî nîvro li dar xist de, derbarê bombebaranên firokeyên Trikiye gotûbêj kir û her wiha pêşniyar û nêrînên endamên parlamentoya Kurdistanê hatin guhdarîkirin.

Parlementoya Kurdistanê xwe bi van 11 xalan diyar kir:

1- Parlamentoya Kurdistanê serxweşiyê ji malbatên şehîdan re bixwaze û ji birîndaran re jî hêviyên başbûnê, bîne ziman.

2- Destdirêjî li ser sînorên Herêmê û her wiha Êraqê, ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve, bi tundî şermezar dikin.

3- Ji hikûmeta Ferderal ya Êraqê, daxwaz dikin ku ji dadgehên navdewletî û civakên navdewletî bixwaze ku biryarên di cî de, ji bo binpêkirina serweriya sînorên Herêmê û Êraqê, ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve, ku bûye sedema kuştina welatiyên bê parastin yên sivîl, bidin.

4- Daxwaz dikin ku her çi bargehên leşkerî û sîxûrî li ser xaka Herêmê hene, nemîm in û ji axa wan re, warine vegerandin.

5- Daxwaz dikin Hikûmeta Herêmê, ji rêya hikûmeta Ferderal ya Êraqê ve, belavokekê li dijî dewleta Tirkiyê amade bike û ji dadgeha Lahayê re bişîne.

6- Hikûmeta Tikriyê bi fermî li gel û Hikûmeta Herêmê lêborînê bixwaze û malbat û xelkên ku ziyan dîtine, Qerebo bike.

7-Daxwaz dikin ku aliyên ku bi wê mijarê re peywendîdar in, kêşe û pirgirêkên xwe riyên aştiyane û bi diyalogê ve, çareserbikin û axa Herêma Kurdistanê nekine meydana bikaranîna hêzên leşkerî û serweriya axa Herêmê û Êraqê biparêzin.

8- Ji serokê Herêmê û her wiha hikûmeta Federal ya Êraqê daxwaz dikin ku ji bo binbirkirina kêşeyên sînorî hewl bidin.

9- Ger ku hêriş hîn jî bidomin, pêwîst e  Hikûmeta Herêmê, siyaset û her wiha peywendiyên xwe, ji ber çavan re derbas bike.

10- Pêwist e bi zûtirin dem Hikûmeta Herêmê û hikûmeta Ferderal ya Êraqê, destên  xwe bavêjin bi kêşeyên gelê awarebûyî û ziyanên bi wan giheştine qerebû bikin û her wiha kêşeyên wan yên tendirustî û perwerdeyî çareser bikin.

11- Pêwîst e lijneyên peywendîdar yên li parlamentoya Kurdistanê, li gor taybetmendiyên karên xwe li ser wê rewşê rawestin û raportên berfireh ji serokatiya parlamentoyê re amade û pêşkêş bikin. Jêder: Pukmedia

Parlementoya Kurdistanê helwesta xwe bi 11 xalan diyar kir

Advertisements