Vîn Grûp Boykota Tirkiye û Îranê Dike

Nûçexane – Kompanîya Vîn Grûp ya berhemên hunerî ku, “Vîn TV”, “Vîn radyo” û “Vîn production”dihewîne nav xwe ragihand ku, ji ber topbarankirina sînorên Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê û Îranê ve, wan hemû karên xwe digel wan herdu welatan rawestandiye.

Di vê derbarê de, Kawîn Cîhad, berpirsê ragihandina “Vîn grup” got: “Piştî berdewambûna topbarankirina deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê firokeyên Tirkiyê û topxaneyên Îranê û kuştina welatiyên sivîl, me biryar da karê xwe yê hunerî digel wan rawestînin”.

Cîhad di berdewamê da got, ku wan ji îro pê ve biryar daye, ne li “Vîn TV” û ne jî li “Vîn radiyo”  tu berhemên tirk û farsan belav nekin û xwest di zûtirîn demê de ev karê wan yê dûr ji mirovayetiyê, bê rawestandin. Vîn Grup wê bi minasebeta boykotkirinê, li welatên Tirkiye û Îranê hemû karên xwe yên çêkirina klîpan û hemû karûbarên hunerî yên ji bo radyo û televizyonan rawestîne. Jêder: Pukmedia