Gallery

Amerîka ji PKKê danîna çekan dixwaze

Nûçexane – Berdevkê Balyozxaneya Amerîka li İraqê ragihand ku pêwîste PKK bê merc çekan dayne û daxwaz ji civaka navnetewî jî kir ku ji bo “jinavbirina terorê” piştgiriya Tirkiye û İraqê bikin, lê PKK wê daxwazê red dike.

 

Michael McClellan di bersiva çend pirsên Rûdawê yên derbarê bêdengiya welatê wî ya ji bo bombebarankirina navçeyên ser sinorê Herêma Kurdistanê ya ji aliyê Tirkiyê ve got: “Em ji bo rû bi rûbûna PKKê piştgiriyê li hemahengiya navbera Tirkiye û İraqê dikin ku dijminekê hevpar yê Tirkiye, İraq û Dewletên Yekbûyî yê Amerîka ye.” McClellan wiha pêdeçû: “Em ji deshilatdarên İraq û Tirkiyê li benda wê yekê radiwestin ku ji sinordarkirina bandora PKKê ya li ser rûniştvanên navçeyên ser sinor ji bo rû bi rûbûna PKKê di hemahengî û berjewendiyên hevpar de berdewam bin.”

Berdevkê balyozxaneya Amerîka di berdewama axaftinên xwe de dibêje: “Em PKKê wekî rêxistinek terorîstî şermezar dikin, em daxwaz dikin ku kiryarên xwe yên terorîstî rawestîne û bê merc çekan dane.”

Ehmed Denîz: Berî daxwaza çekdanînê divê mafên kurdan bikevin destûra bingehîn

Berpirsê Peywendiyên Derve yê PKKê Ehmed Deniz di bersiva van gotinane de ragihand ku ew wisan bê merc çekan na danin û di demek ku Tirkiye di şer de berdewam be. Deniz di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got, berî daxwaza çek danînê, divê mafê Kurdan yê di nava destûra Tirkiyê de bê çespandin. Herwiha got: “Piştî 30 salên şer, em wekî PKK dibêjin; dema wê yekê hatiye ku pirsa Kurd bi rêya demokrasî û siyasî bê çareserkirin, ne bi rêya şer. Lê berî diyalog dest pê bike û mafê Kurdan li wî welatî bê çespandin, danîna çekan ya ji aliyê PKKê ve ne mimkune.” Deniz wiha pêdeçû: “Divê cara yekemîn mafê Kurdan di nava destûra Tirkiyê de bê çespandin, wê demê ji bo danîna çekan mekanîzmeyek bê dîtin. Amerîka jî dikare wê demê bikeve navbera me û Tirkiyê de.” Deniz di dawiya axaftinên xwe de ev pir pirsî: “Amerîka daxwaz ji me dike ku em çekan danin, başe em li kûderê çekan danin. Em nizanin wê resmiyeta çekdanîna me çawan be. Her ji dûr ve dibêjin, bila PKK çek dane û em jî bi wî awayî çekan na danin.”

Nêçîrvan Barzanî jî di hevpeyvînek li gel Rûdawê de dibêje: “Çek danîna PKKê her wiha bi gotinan nabe, dikare di çarçoveya proseyek siyasî ya çareseriya pirsa Kurd de be.” Rûdaw

Advertisements