Endamê Meclîsa BDPê Yildirim Ayhan ne gihîşt nexweşxanê

Nûçexane – Endamê Meclîsa Giştî ya Wanê yê BDPê Yildirim Ayhan ku, ji bo rawestandina şer û bombebaranê ligel siyasetvan û endamên rêxistinên sivîl ber derîyê Xebûrê ve diçû û piştî êrîşa polîsan bi giranî hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da.

Yildirim Ayhan, piştî êrîşa polîsan a ser girseya mertalên zindî yên ji bo rawestandina şer û bombebaranê hatibûn ba hev, bi lêketina bombeyeke gazê bi giranî birîndar bû û ew bi helîkopterê ji Çelê rakirin nexweşxaneya Wanê.  Li gor nûçeya ANFê Ayhan berî ku bigihînin nexweşxanê di rê de jiyana xwe ji dest daye.

Advertisements