Hamît Geylanî: Em pir xemgîn in, ewqas jî serbilind û li ser piyan e

Nûçexane – Serokê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Hamît Geylanî, li ser êrîşa li dijî mertalên zindî ku ber bi Herêma Kurdistananê ve dimeşîyan û kuştina rêvebirê partîyê Yildirim Ayhan axivî.

Geylanî got, ‘Şehîdekî me çêbû. Ev 30 salin xwîna ku li ser erdnîgarîya Kurdan dirijînin vê carê li ser erda Çêlê rijandin. Mixabin me rêhevalê xwe yê hêja Yildirim Ayhan îro winda kir. Em pir xemgîn in, lê ewqas jî tevî gelê xwe serbilind in û li ser piyan e’.

‘Berpirsên bûyeran Walî û Qeymeqam e’

Hevserokê BDPê Hamît Geylanî, destnîşan kir ku berpirsiyarê bûyeran Walîyê Colemêrgê Mûmmer Turker û Qeymeqamê Çêlê (Çukurca) ye. Hat ragihandin ku, piştî axaftina Geylanî bi qasî hezar û pêncsed mertalên zindî çalakîya xwe berdewam kirine û her wiha êrîş û midaxeleya hêzên ewlekarîyê didome.

Walî jî dibêje, li ser soza xwe neman

Walîyê Colemêrgê Mûmmer Turker jî piştî bûyeran û kuştina Yildirim Ayhan xwe parast û got, ew li ser soza xwe nemane û wan ji neçarî midaxeleyî girseyê kiriye. Li gor ragihandinên medyaya Tirkiye walî Turker wiha got: “Dema em bi parlementeran re peyivîn, ji me re gotin emê nehêlin tu tevlîhevî derkeve. Soz dabûn me. Lê vê sibehê ber bi xeta sînor ve meşiyan. Ew der herêma leşkerîye û qedexeya çûnûhatê li ser heye. Her ku hêzên ewlekarîyê ew hişyar kirin jî, wan bi ya xwe kir. Ji ber vê jî ji bo belavkirina girseyê bi gaza îsotê midaxele hatiye kirin. Em bi xweşbînî nêzî wan bûn, lê ew li ser soza xwe neman.” Nûçexane

Advertisements