Li Erbetê bombebaran û topbaranên Tirkiye û Îranê hatin şermezarkirin

Nûçexane – Li bajarokê Erbet ku 25 kîlometre li rojavayê Silêmanî ye, îro li hemberî bombebaran û topbaranên Îran û Tirkiyê yên li ser herêma Kurdistanê xwepêşananeke protestoyî hat lidarxistin.

Xwepeşanderekî bi navê Rehman Ebdûla ragihand ku, îro li bajarokê Erbet bi amadebûna piraniya çîn û pêkhateyên niştecîyên deverê, alî û rêxistinên li navçeyê, bi mebesta şermezarkirina êrîşên ser xaka Kurdistanê yên rejîma Îran û Tûrkiye xwepêşandaneke protestoyî hatiye lidarxistin. Ebdûla da zanîn, nameya ku li ser navê xwepêşanderan hatibû amadekirin radestî rêveberiya Şarederiya Erbet hat kirin, da ku bi rêya erkê xwe bo serokayetiya Herêmê bilind bikê û bibê helwestek ji bo ragirtina topbaran û êrîşên ser xaka kurdistanê. Di nameyê de her wiha hatiye xwestin ku, divê êdî hemwelatiyên sivîl nebin armanca pîlanên siyaseta dijminên Kurdistanê. Jêder: PNA

 

Advertisements