Gallery

Li Fezayê ‘Gerstêrka Almast’ Peyda Bû

Nûçeane – Zanyarên Awûstralî dibêjin, wan li fezayê gerstêrke ku pê bawerin mişt ji almastê safî pêk tê peyda kirine. Li gor zanyaran ev gerstêrka ku bi qasî çar hezar salên ronîyê ji fezayê dûr e, dibe ku bermayîya stêreke tewên xwe yên derve xera bûye be.

Zanyarên Asmanî diyar dikin ku, wan ev gerstêrka biçûk a Serpensê bi rêya teleskopeke dûresazî keşf kiriye û her ku ji jupîterê biçûktir be jî bi giranîya xwe jê mezintir e.

Li gor nûçeya BBC, zanyar vê vedîtinê wek rewşeke ‘bêhempa’ şîrove dikin û texmîn dikin ku, dendika gerstêrkê ya ji karbonê pêk hatiye ji ber fişara bilind veguherîye almastê. Ev gerstêrk 2 saetan carekê li dora  stêreke notronî ya biçûk digere û li gor zanyarên Awûstralî ‘Stêra Notronî’ bixwe jî keşfke nû ye.

Gerstêrka Almast hê jî wek razeke galaksîyê ye û her çiqas wek xeyaleke çirisandî bikeve hişê mirov jî, zanyar hê jî ne di wê bîrewerîyê de ne. Kurdî: Nûçexane

Advertisements