Oposîzyona Kurdistanê: Tirkiye Dixwaze Heybeta Xwe Nîşan Bide

Nûçexane – Her sê aliyên opozisyonê dibêjin pêwîste Hikûmeta Tirkiyê dest ji wan êrîşên asmanî berde ku ev demeke bi şêweyekî berdewam dijî xaka Herêma Kurdistanê pêk tîne. Endamekî Polîtburoya Yekgirtî dibêje, Tirkiye bi vê topbaranê dixwaze heybeta Herêma Kurdistanê bişkîne.

Demekê piştî êrîş û topbarankirina Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve, roja 17`î vê mehê firokeyên şer ên Tirkiyê çend navçeyekên Herêma Kurdistanê bi dijwarî bombebarankirin û hê jî didomîne. Di encama vê de jî 7 hevwelatî şehîd ketin, 12 gund hatin berdan û sedan kes jî derbider bûn.

Endamê Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Mihemed Ferec dibêje “mixabin ku têkiliyên Herêma Kurdistanê ne di astekê de ne ku bikare goşarê bixe ser aliyekê, ev şer me xistiye stûyê xwe, lê di bingeh de divê Hikûmeta Îraqê vî şerî bike.”

Herçend leşkirê Tirkiyê dibêje ku wan tenê li bingehên PKK´ê yên li nava xaka Herêma Kurdistanê xistine, lê PKK dibêje ti zirar bi wan neketiye. Qurbaniya herî dawî ya vê bombebarankirinê malbateke 7 kesî bû ku di 21`î Tebaxa 2011`an de li navçeya Sengeser bûn hedefa firokeyên şerker ên Tirkiye û hemûyan giyanê xwe ji dest dan.

Mihemed Ferec dibêje “parastina sinoran li gor destûra Îraqê, erkê Hikûmeta Îraqê ye. Eger beşeke navçeyên Herêma Kurdistanê bi hin aliyên çekdar hatiye mijûl kirin, ev bi tevahî hikûmeta navendî pê eleqedare derbarê çareserkirina pirsgirêka wan û herwiha dema dewletên cîran wan çekdaran dikin hêncet û tên navçeyên sinorî yên Herêma Kurdistanê topbaran dikin.”

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê têkiliyên germ digel Partiya Dad û Geşepêdan a desthilatdar li Tirkiyê hene, lê ew endamê polîtburoya Yekgirtûyê ti hênceteke maqûl nabîne bo pêkanîna wan êrişan û dibêje “Tirkiye û Îran bi rêya pêkanîna van êrişan dixwazin heybeta Herêma Kurdistanê bişkînin. Ev şikandina heybetê ye û bêguman zirara wê jî heye û wê desthilata vê herêmê bêxe bin pirsyarê.”

Mihemed Ferec di wê bawerê de ye ku çareseriya pirsgirêka topbareanê li cem Serokê Herêma Kurdistanê ye û dibêje “Serokê Herêma Kurdistanê divê lihevhatina duyemîn a Hewlêrê pêşkêş bike, careke din aliyên Îraqî bîne Hewlêr û lihevhatinek bê encamdayîn ku sinorek bo van destdirêjiyên Îran û Tirkiyê dijî Herêma Kurdistanê, bê danîn.”

Endamê Polîtburoya Komela Îslamî ya Kurdistanê, Aram Qadir êrişên firokeyên şerkerên Tirkiyê bo ser xaka Herêma Kurdistanê weke “bin pêkirina yasayên navnetewî, serwerî û urfa cîrantiyê” wesfkir û got “di dinyayê de çênebûye ku hêzên dijberên dewletekê di nava wê dewletê bi xwe de çalakiyan pêkbîne, lê dewlet êrişî cîranan bike.”

Aram Qadir ku Serokê Fraksyona Komela Îslamiye li Parlamenê Kurdistanê, dibêje “desthilata siyasî û leşkirî” ya Herêma Kurdistanê tune da ji çekdarên PKK û PJAK`ê re bibêje çalakiyên xwe rawestînin, loma ew daxwazê ji hêzên çekdarên Kurd dike ku “niha serdema xebata siyasî ye, hûn divê bi van rêyan mafên xwe bistînin.”

Serkirdeyê Tevgera Goran, Yusif Mihemed dibêje topbarankirina navçeyên sinoryên Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê wê bandorê bike ser têkiliyên navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê. Ew herwiha rexnê li karbidetsên Herêma Kurdistanê digire ku “nekarîne berjewendiyên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê bikin berjewendiyên domdirêj, hilberîna Tirkî li vê hêrêmê tiştekî demkî ye, ev tişt jî nikare berjewendiyên domdirêj di navbera herdu aliyan de ava bike ku dewleta Tirk girêdaneke siyasî ya kûr û dûr bi Herêma Kurdistanê ve hebe.” Navhatî herwiha got “têkiliyên Herêma Kurdistanê digel Tirkiyê têkiliyên partîtîne, bêtir ji têkiliyên siyasî digel Herêma Kurdistanê.” Rûdaw

Advertisements