Erdogan: BDP bila bê li Parlamentoyê axaftina xwe bike

Nûçexane – Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, daxwaz ji Partiya Aştî û Demokrasiyê kir ku biçin li Parlamento axaftina xwe bikin û got: ”Eger baweriya wan bi siyasetê heye.”

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di gotarekê de j bo raya giştî ya Tirkiyê ku îro di rojnameya Bugun a Tirkî de hatiye belavkirin, behsa pêwistiya gotûbêjên hemû aliyên siyasî di nav Parlamento de dike û wek amajeyek bo BDP-ê jî ku civînên Parlamentoya Tirkiyê boykot kirine, dibêje: ”Ger baweriya wan bi siyasetê heye, bila bên li nav parlamento axaftina xwe bikin.”

Erdogan, ragehand ku ewên endamên parlamento ne tenê nûnerayetiya xwe nakin, di heman demê de nûnerayetiya 74 milyon xelkê Tirkiyê dikin û wiha pêde çû: ”Bila hemû aliyek tevî danîna projeya nû ya Tirkiyê bibin, li ser bingehê ‘pêdana azadiyan’, di proseyekê de ku lihevkirineke giştî li ser be.”

Erdogan di gotara xwe de îdîa dike ku hinek alî dijî vebûna demokratîk bûne û wek amajeyek bo Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî got: ”wan bi kardarên kuştinê prose pêrgî krîza dil anîn.”

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîneke ligel Rûdawê de ku doh hat belavkirin, ligel wêya rexne li daxwiyaniyên vê dawiyê yên Erdogan girtibûn ku gotibû ”Pirsa Kurd li Tirkiyê nîne, lê pirsgirêka terorê heye”, got: ”Pirsa Kurd bi şer ne çareser dibe û ne jî bi dawî dibe.”

Barzanî, daxwaz ji Erdogan jî kir wek kesekî ku berê îtiraf bi hebûna pirsa Kurd kiribû ku pirseke siyasî ye û bo çarserkirinê jî ”Proseya Vebûna Demokratîk” dabû destpêkirin, pêngavên din bên avêtin bo nehiştina wê alozî û tevlîheviya niha.

Di vê derbarê de Barzanî got: ”Bi baweriya min niha wiha baş e brêz Erdogan daxwaz bike ku parlamenterên BDP-ê biçin civînên parlamento, Tirkiye gotûbêjê ligel wan bike da bighin encamekê, ji ber şer ji xeynî malwêraniyê bo herdû aliyan û malwêraniya zêdetir, ji xeynî têkdana wê zemîneya ku bo birêveçûna gotûbêjê çêbûbû, ku cenabê Serokê Herêma Kurdistanê jî rolekî pir girîng tê de dît, ti encam û destkefteke din jê dernakeve.” Kurdî: Rûdaw

Advertisements