Kurdistan ji bo reformên li Îraq û Rojhilata Navîn girîng e

Nûçexane – Boçûna Endamê Parlamena Brîtaniya John Mcdonel derbarê siyaseta Brîtaniya ya hember Herêma Kurdistanê, zivrokeke di nava piyaleyeke çayê de ye. John ne serokê Partiya Azadîxwaz ya Brîtaniyayê ye, ew di sala 2007an de nekarî hejmareke dengan qezenc bike da ku bibe serokê wê partiyê. Navhatî weke parlamenterekî çepgirê tund tê naskirin, lê tevî vê yekê jî gelek kes di wê bawerîyê de ne ku John kesekî westiya ye, tevî ku ew ne bi nerînên wî re ne.

Ne tiştekî nûye ku siyaseta derve ya hemû welatan qet nebe beşeke wê li ser bingeha berjewendiyên taybetiyên welat be, lê wê rasttir bûya eger amaje bidaye siyaseta van çend salên boryên yên Brîtaniya himber Kurdistanê ku siyaseteke “bi hişyarî” daye meşandin û bêtir pêdagirî li ser wê yekê kiriye ku têkiliyên digel Bexda xurt bike.

Grûpa partiyên nava Parlamenê Brîtaniya hewl daye wê yekê îsbat bike ku di berjewenda aborî ya Kurdistan û Brîtanyayê de ye sûdê ji vê derfeta bazara nûavabûyî ya Kurdistanê bikin. Me herwiha amaje daye wê yekê ku Kurdistan di warê refurma siyasî ya li Îraq û Rojhilata Navîn bi giştî de, gelekî girîng e.

Me karî em Hikûmeta Brîtaniya bi serokatiya Partiya Azadîxwaza Brîtanî qayil bikin ku şanddeke aborî bşîne Kurdistanê bi mebesta beşdarîkirina di pêşangeha navnetewî ya Hewlêrê di sala 2010`an de, paşî heman siyaset ji aliyê hikûmeta hevbeş a Partiya Parêzgaran û Azadîxwazên Demokratîk de hat meşandin û niha jî berdewam kompaniyeyên Brîtanî tên dehif dan ku karê hilberînê li Kurdistanê encam bidin. Bêguman ev bo berjewendiya wane, lê herwiha bo hembêzkirina nerîna bilind a Kurdane derbarê kelûpel û xizmetên Brîtanî ku li Brîtaniya ji me re tînin ziman yan dema em digel wezîr û xwendekarên zanîngehê yên Kurd diaxivin.

Wê rapora John Mcdonal herwiha ew siyaseta cesur a Brîtaniya ji bîrkiriye ku gelekî bi rûn û eşkereyî hat dîtin dema Hikûmeta Serokê Wezîrên wê demê yên Brîtaniya Sir John Major razîbû giyanê wan Kurdan biparêze yên ku di sala 1991`an de ji destê rijîma Seddam derbiderbibûn û herêma “dijî firînê” damezrand ku heta azadkirina Îraqê di sala 2003`an de jî berdewam bû.

Ew rapor hin xelkê dîne ku zanyariyên wan ên kêm yan ti zaniyriyên wan derbarê Kurdistanê tunene. Ev jî tiştekî çaverêkiriye û loma grûpa Partiyên Brîtanî hewl dane navê Kudistanê ji xelkê re bidin nasandîn û têkiliyên siyasî, aborî û kulturî kûr avabikin. Ew têkilî wê ji astê hikûmetê derkeve û em hêvîdarim ku têkiliyên kesan bibin sedema avabûna hevpeymaniyeke ser bingeha berjewendî û hurmeta hevbeş.

* Nazim Zehawî û Meg Mann, herdu endamên Parlamenê Brîtaniyane, ew di vê nivîsî de bersiva parlamenter John Mcdonal didin, piştî ku wî parlamenterê Brîtanî boçûnên xwe di raporeke beşa İnglîzî ya malpera (Rûdaw) de hatin weşandin. Li vir jî ew rapor bi kudî hatiye belavkirin. Rûdaw

Advertisements